Parlamentera HDP'î çû Şakranê lê nehiştin bi girtiyan re hevdîtinê pêk bîne 2017-04-01 13:35:08 ÎZMÎR - Parlamentera HDP'ê Burcu Çelîk a xwest bi girtiyên li Gİrtîgeha Şakranê 46 roj in di greva birçîbûnê de ne hevdîtinê pêk bîne ji aliyê rêveberiya girtîgehê re destur nehat dayîn. Ozkan got ku rewşa girtiyan her diçe xirabtir dibe û banga bihistiyariyê kir. Greva birçîbûnê ya ku bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, rakirina dorpêça li ser gundan û binpêkirinên li ser girtiyan ji aliyê girtinên PKK û PAJK'ê ve hatibû destpêkirin berdewam dike. Parlamentera HDP'ê Burcu Çelîk têkîldarî greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê ku 46 roj in berdewam dike axivî got ku rewşa girtiyên li Şakran, Sîncan, Edîrne, Tekîrdan û Wanê berdewam dike her diçe xirabtir dibe û ger ku bihistiyarî nebe dê li girtîgehan mirin derkevin holê. Çelîk destnîşan kir ku bi KHK'ên ku hatine derxistin ve rayeyên bêsînor ji bo rêveberiyên girtîgehê hatine dayîn û rayedarên girtîgehan xwe dispêrin van rayeyan îşkence li girtiyan dikin û salên borî jî li girtîgehan pirsgirêkên bi vî rengî hatine jiyankirin. Çelîk wiha got: "Guhertina pêkanînên li girtîgehan bêguman girtî qebûl nakir. Ji ber gotinên tehdîd ên midûrê girtîgehê ji wezaretê re pêşnûme hat nivîsandinDivê wezaret lêkolîn bike. Em li benda bersiva wezaretê ne." Çelîk têkîldarî hevdîtina xwe ya bi rayedarên girtîgehê re agahî da û diyar kir ku nêzîkatiya xebatkarên girtîgehê li durî lihevkirinê ye û daxwaza girtiyan a hevdîtinê hatiye redkirin, binpêkirin ji midûr pirsînê lê midûr tabloyeke baş daniye ber wan, daxwaza wan a bi girtiyan re jî nehatiye qebûlkirin ji ber vê yekê hevdîtina xwe ya bi midûr e bi dawî kirine. Çelîk destnîşan kir ku li gorî agahiyên ku ji malbatên girtiyan û parêzeran girtine, girtiyan geler kîlo winda kirine ger ku bêdengî hebe dê nexweşiyên kronîk derkevin holê, tedbîr neyê girtin dê mirin çêbin. Çelîk got ku Tirkiye tu pêwîstiyên peymanên navneteweyî jî bi cih nayne, ger ku ev helwest berdewam bike dê mijarê bibin mekanîzmayên navneteweyî, di vî çarçoveyê de ji Wezareta Dadê û saziyen navneteweyî re daxwazname nivîsandine. Çelîk got ku ew ê grevên birçîbûnan bişopînin, daxwazên girtiyan bi temamî mirovî ne û heta ku rewş baş bibe ew ê xebatên xwe bidomînin.