Meclîsa Dayikên Aştiyê: Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin 2017-04-01 14:04:42 ÊLIH - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, bal kişand li ser greva birçîbûnê ya girtiyan û xwest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê ji bo balê bikişîne li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan daxuyanî dan. Dayikên Aştiyê li avahiya xwe hatin cem hev û bal kişandin li ser grevên birçîbûnê, xwestin daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. 'EM Ê BI WAN RE BIKEVIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ' Li ser navê Dayikên Aştiyê Sultan Azboyu axivî û got ku ji bo qebûlkirina daxwazên girtiyan divê Wezareta Dadê gav bavêje. Azboyu wiha axivî: "Li Girtîgehan zarokên me, ciwanên me, parlalementerên me 46 roj in di greva birçîbûnê de ne. Dê tu caran jî teslîm nebin. Heta ku pêkanînên nemirovî yên li girtîgehan berdewam bike em weke Dayikên Aştiyê bi zarokên xwe re ne. Ger ku daxwazên wan neyên qebûlkirin em ê jî bi wan re bikevin greva birçîbûnê."