Azadiya girtiyê nexweş Karataş xwestin 2017-04-01 14:39:40 STENBOL- Di çalakiya Tîpa F ya 262'yemîn de azadiya girtiyê nexweş Îsmaîl Karataş hat xwestin. Komîsyona Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li Qada Galatasarayê ji bo balê bikişîne li ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya Tîpa F a 262'yemîn li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin û pankartên "Tecdîr dikuje, bita Girtîgehên Tîpa F bê n girtin" "Tecr^di dikuje piştevanî dide jiyankirin" "Bila Îsmaîl Karataş bê berdan" "Bila girtiyên nexweş bên berdan" hatin vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de parazvanên mafên mirovan bal kişandin li ser rewşa girtiyê nexweş Îsmaîl Kartaş. Parazvana mafên mirovan Emîne Kuçukbumîn bal kişand li ser pêkûtiyên ku îro li ser girtîgehan e û got ku mafên ku girtiyan bi bedelan bi dest xistine bi Rêveberiya Awarte (OHAL) re careke din hatiye xespkirin. Kuçukbumîn di axaftina xwe de bal kişand li ser nexweşiyên Karataş ê ku 7 sal î nîv ceza girtiye û ji bo ku bê dermankirin xwest bê berdan.