Polîsan êrîşî standa 'Na' kirin: 2 kes hatin binçavkirin 2017-04-01 15:38:50 KOCAELÎ - 2 endamên Mala Gel ên belavokên Na belav dikirin ji aliyê polîsan ve hatin derpkirin û hatin binçavkirin. Polîsan êrîşê endamên Mala Gel ên li ber Xana Kar a Şaredariya Kocaeliyê standa “Na” vekirin û belavok belav dikirin, kirin. Polîs hatin ber standa hatiye vekirin û piştî gotin “Hûn ne partine nikarin belavokan belav bikin” 2 kes derpkirinê û binçav kirin. Endamên Mala Gel ên hatin binçavkirin piştî di kontrola tendirûstiyê re hatin derbas kirin ji bo îfadeyên wan bigirin dê bibin qereqolê.