4.5 sal ceza dan nûçegihanê DÎHA Omer Gul 2017-04-01 15:57:04 BURSA - 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bûrsayê li nûçegihanê DÎHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Omer Gul 4,5 sal cezayê girtîgehê birî. Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK’ê hat girtin,Omer Gul li Bursayê di 24’ê Tîrmehê de, di serdegirtina malan de hat binçavkirin û ji doza bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” dihat dariziandin 4,5 sal ceza girt. Di doza li 2’yemîn Cezayê Giran a Bursayê hat dîtin de rojnameger Gul ji sûcdariya “endamê rêxistinê û li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 3 sal, ji sûcê “propagandaya rêxistinê” salek û nîv cezayê girtîgehê girt. Nûçeyên Gul ên li Bursayê çêkirine wekî delîlên sûc hatin nîşandan û hat anîn ku dê biryarê bibin temyîzê.