Di tora civakî de berka: #AmedHayırDiyor 2017-04-01 16:27:15 AMED - Bi destpêkirina mîtînga Amedê ya Serokomar Erdogan re bertekên li ser tora civakî ketin lîsteya TT’ê. Ji bo Merasîma Vekirinê ya Komî ya Serokomar Recep Tayîp Erdogan a li Amedê ku li ber Walîtiyê tê bêtkanîn li ser tora civakî bertek zêde dibin. Bertek bi wêneyên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Kemal Kurkut ê bi guleya polîsan di Newroza Amedê de hat qetilkirin, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û wêneyên bajarên di dema “qedexeya derketina derve” de hatin hilweşandin û bi hashtega #AmedHayırDiyor hatin parvekirin. Bertekên li ser tora civakî didomin.