Demîrtaş: Mîrateya Elçî li her derê parastina rastiyan e 2016-11-27 20:34:00 STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selehattîn Demîrtaş, ji bo bîranîna Tahir Elçî peyam şand û diyar kir ku mîrateya Elçî ya herî mezin li her derê û her demê parastina rastiyan e. Rêxistina HDP'ê ya Şîşliyê ji bo biranîna Serokê Baroya Amedê yê hat kuştin Tahîr Elçî li Pangalti Metrosu bername pêk anîn. Li gel endam û rêveberên HDP'ê gelek parêzer, akademisyen û hunermend jî beşdarî bernameyê bûn.Li salonê pankarta "Em bi hurmet û bêrîkirin bibîr tînin” û wêneyên Elçî yên gotinên wî yên "Ger ku ez bêm kuştin bila ez li bin mînareya çar ling bêm kuştin” û "Bi xatirê we dost no bimînin di xweşiyê de” li ser hatibû nivîsandin hatin bicih kirin. Di bernameyê de axaftina wî ya herî dawî ji aliyê Hunermend û akademîsyen Gencay Gursoy, Ferhat Tunç, Hasip Kaplan û Eren Keskin ve dubare hat xwendin. MIN ÎXANETA WISA NEDÎT Dengê Elçî yê dawî ku digot "Bi salan berê me dîmenên li Afganistanê ku ji aliyê hêzên Taliban ve li peykerê Buda hat kirin bi hevre di nava dehşetê de temaşe kir. Komên barbar ên DAIŞ’ê jî li Palmira û Misûlê li warê Êzdiyan Şengalê li dijî mirateya mirovahiyê bombe barandin. Me dîsa di nava dehşeyetê de demaşe kir. “ PEYAMA DEMÎRTAŞ HAT XWENDIN Di birnameyê de peyama Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê lie Girtigeha Edirne jî hat xwendin. Demîrtaş anî ziman ku hevrêyê wan û parazvanê mafên mirovan Tahir Elçî û kesên ji bo wî hatin cem hev bi hurmet bibîr tîne. Demîrtaş anî ziman ku Tahir Elçî mirateya parastina rastiyê ji wan re hiştiye û dê vê mîrateyê li her derê û her demê biparêzin û bînin ziman. Di bernameyê de peyama Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen jî hat xwendin. Piştre wekîlê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Ataş, anî ziman ku qasidên aştiyê biêrîş û kuştinê nayên bêdeng kirin. Bername bi stranên Aram Tigran bi dawî bû..