Siyasetmedara kurd Sara Aktaş hat binçavkirin 2016-11-27 21:07:08 STENBOL - Siyasetmedara kurd û endama Koordînasyona KJA ya hat girtin Sara Aktaş li Stenbolê hat binçavkirin. Endama Koordînasyona Kongreya Jina Azad a bi biryarên KHK’ê hat girtin û siyasetmedara kurd Sara Aktaş hat binçavkirin. Aktaş dema li balafirgeha Atatürk a Stenbolê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Aktaş, ku sedema binçavkirina wê nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Çapemeniya din binçavkirina endama KJA’yê Aktaş wekî berpirsiyara KCK’ê ya Tirkiye pênase kir û bal kişand ser xwe. Aktaş li Amedê ji doza KCK’ê ya Amedê hatibû girtin û demek dirêj li girtîgehê mabû. Piştî hat berdan di nava xebatên KJA û DBP’ê de cihê xwe girtibû.