Nûnerê ETUC'ê: Êdî parastina endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo YE'yê ne hêsan e 2017-04-02 09:11:44 ENQERE - Nûnerê ETUC'ê Patrick Itschart, diyar kir ku wan li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li qada jîngehê biryara lidarxistina hin çalakiyan daye û wiha got: "Ne mûmkun e ku em van tiştan qebûl bikin." Istchart, diyar kir ku wî berê endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo YE'yê diparast û wiha got: "Lê îro, li gel evqas tiştî parastina ji bo vê endamtiyê ne tiştekî hêsan e." Li Tirkiyeyê êrîşên li dijî qada jîngehê û îxrackirinên piştî OHAL'ê û derxistina ji karan, di rojeva tevegera kedê ya navneteweyî de ye jî. Tevgera kedê ya navnetewî, bi KHK'yan îxrackirina zêdeyî 100 hezar kedkarî û derxistina ji karan qebûl nake û biryara dê di rojên pêş de têkildarî mijarê polîtîkayeke aktîf bi rê ve bide wergirt. Nûnerê Konferderasyona Sendîkayên Ewropayê (ETUC) Patrick Istchart ê beşdarî Hevcivîna Îxraca Navnetewî ya ji aliyê KESK'ê ve hat lidarxistin bû, diyar kir ku hincetên hikûmetê yên têkildarî vê mijarê ne rast in û bi tu awayî ew qanih nekirine. Her wiha Istchart, diyar kir ku Tirkiye bi van êrîşên xwe peymanên navnetewî bin pê kirine û vê mijarê ji bo dîhaberê wiha nirxand: DIVÊ BI RÊZGIRTINÎ NÊZÎ PEYMANÊN NAVNETEWÎ BIBE “Piştî hewldana derbeyeke neserketî, Tevgera Sendîkayên Ewropayê ev hewldan şermezar kir. Me piştevaniya mirovên Tirkiyeyê kir. Lê belê, paşê hem ITUC hem jî ETUC têkildarî OHAL û KHK'yan şik û gumanên xwe ragihandin. Em bi vê bawer dikin, divê bi rêzgirtinî nêzî peymanên navnetewî û peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bibin." DI ÎXRACKIRINAN DE NETENASÛBIYEK HEYE Ji bo peyman û pevgirêdanên navnetewî muzakere nayê kirin, nabên mijara bazarê. Di serdemên krîzan de jî ev nayê kirin. Hêla wê ya duyemîn jî ev e. Bi awayekî aşkere di van îxarcakirinan û binpêkirina mafan de netenasûbiyek heye. Em et vê fêm nakin. Di vê mijarê de em li hev nakin. Nêzî 100 hezar kedkarên cemaweriyê hatine îxrackirin, em vê qebûl nakin. Pêkanîneke bêyî delîl û prosedureke temyîzê, nayê qebûlkirin." BIRYARA POLÎTÎKA Û ÇALAKIYÊN AKTÎF Istchart, ew ê tenê li hemberî van geşedanan şik û gumanan beyan nekin û got, wan birayara aktîfbûyîneke hîn zêdetir daye. Istchart wiha domand: “Hîn jî muzakereyên endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê (YE) didomin. Di warê piştevaniyê de divê piştevaniyeke xurt hebe. Lê em niakrin tenê vê bişopînin. Divê em baş bibînin ku piştevaniya navnetewî hêzdar e. Dema KESK rastî êrîşekê bê, dema Kamû-Sen rastî êrîşekê bê an jî yên din, divê em li dijî vê bertekên xwe nîşan bidin. Ji ber vê me biryara hin çalakiyan da. Em ê heyeteke mîsyonî ya duyemîn bişînin Tirkiyeyê. Em dixwazin guhdariya nêrînên rayedarên tirk bikin û di heman demê de em dixwazin şik û gumanên xwe ragihînin. Em nêrînên xwe radigihînin Parlementoya Ewropayê, Komîsyona Ewropayê, ÎLO'yê û sazî û dezgehên din. Û em van pêkanînan qebûl nakin." LI EWROPAYÊ BIRÊVEBIRINA KAMPANYAYA REFERANDÛMÊ LI DIJÎ QANÛNA BINGEHÎN A TIRKIYEYÊ YE Istchart ê ku di heman demê de endamê Partiya Karkeran a Belçîkayê ye jî, krîza bi hin welatên Ewropayê re jî nirxand. Istchart wiha got: "Min di Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê de îfadeyeke wiha dît. Kampanyayên tu hilbijartinê li derveyî welat nayên birêvebirin. Ji bo kampanyayê hin wezîran ji Tirkiyeyê dişînin welatên din, ev li dijî Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê ye." EM VÊ RAGEŞIYA KU JI TIRKIYEYÊ VEDIGUHEZÎNIN WELATÊ ME QEBÛL NAKIN Istchart, diyar kir ku her wiha li rojavayê ev kampanya dibin sedema rageşiyê û bi bîr xist ku li Belçîkayê alîgirên "Erê" êrîşî muxalifan kirin. Istchart wiha domand: "Ez ji Belçîkayê me, beriya bêm Tirkiyeyê bi şevekê li ber Sefirxaneya Tirkiyeya ya li Belçîkayê rageşiyek çêbû. Xwepêşandanek hat lidarxistin û divê xwepêşandanê de di navbera kesên dê di refrandûmê de bêjên 'Erê' û 'Na' de pevçûnek derket, bi kêran êrîşî muxalifan kirin. Ev tişt nayê qebûlkirin. Em bawerî demokrasiyê dikin. Tevgerîneke wisa nayê qebûlkirin. Heke wisa bidome, dê Belçîka jî bibêje bisekinin. Çimkî em naxwazin li kuçeyên me şer çêbibe." ÊDÎ PARASTINA ENDAMTIYA TIRKIYEYÊ NE HÊSAN E Istchart, bi brî xist ku ew berê di nav kesên ku piştevaniya endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo YE'yê dikirin de cih digirt û got, li hemberî kirinên rêveberiya Tirkiyeyê êdî parastina vê ne ewqas hêsan e û wiha axivî: “Ez li hêl ku pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê me. Ji 1993'yan heta niha têm Tirkiyeyê. Lê belê, îro parastina endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo YE'yê gelekî zehmet e. Ez endamê Partiya Karkeran im. Divê careke din li qanûna kedê bê gerandin. Me hin binpêkirinên mafan dîtin. Me binpêkirina peymanên ÎLO û YE'yê dîtin. Em hîn jî ji tiştên divê bên kirin gelekî dûr in." Kenan Kirkaya - dîhaber