Rûniştina doza Rojnameger Mehmet Guleş sibê ye 2017-04-02 09:14:46 XARPÊT - Nûçegîhanê DÎHA'ya hat girtin Mehmet Guleş ê bi hinceta nûçeyên çêkirine û hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re hat girtin û der barê wî de 20 sal cezayê girtîgehê tê xwestin, dê sibê cara ewil derkeve pêşberî dadwer. Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya hat girtin, Mehmet Guleş dema li Edliyeya Xarpêtê nûçe dişopand û ji aliyê polîsan ve bi hinceta "der barê te de biryara lêgerînê heye" hat binçavkirin, di 7'ê Kanûna 2016'an de ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Dê sibê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Xarpêtê cara ewil rûniştina doza Guleş bê dîtin. Di îdianameya hat amadekirin de, nûçeyên Guleş çêkirine, hevdîtinên wî yên bi çavkaniyên nûçeyan re û weşanên wî yên zindî yên TV'ya wek sûc hatin hesibandin. Bi îdiaya "Endamtî û propagandaya rêxistinê" der barê Guleş de heta 20 salî cezayê girtîgehê tê xwestin. Guleş ê ji ber fealiyetên xwe yên rojnamgeriyê li Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê tê ragirtin, dê sibê cara ewil li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Xarpêtê derkeve pêşberî dadwer.