Keleha AKP'ê diheje 2017-04-02 09:27:05 KONYA - Konya ya ku heta niha wekî keleha siyaseta muhafazakar bû di referandumê de li ber guhertinê ye. Li Konyayê muxalefet bi îdia ye û dibêjin ku dê ji sedî 40-50 dengên "Na" derkeve û "Xeyalên AKP'ê di keleha wî de têk biçe." Asîmaneke ewil têr ronî, piştre reş û tarî dibe û careke din vedibe. Li deştê li her aliyê rê zeviyên ku şîn bûne wekî deryayekî bê dawî ye. Dem bi dem toza kargehên çîmentoyê yê li ser avahiyan digire. Kargehên ku wekî xençerekî li dilê xwezayê ketiye. Ev der Konya ye ligel her tiştî jî hestekî manewî ve mirov diçe. Dema ku em dikevin bajar, polîsên sivîl dem jî derbas nakin û bi gotina "nasname" tên cem me. Di gera me ya li navenda Konyayê, Cihanbeylî û Kuluyê ji Mewlanayê, heta goristanan ji wir heta kolanan "bêdengiyeke giran" dibînin. Lê ev bajarê ku warê Mewlana, ewliya û xweşbiniyê ye mirov jî dibêje qey hemû kes wekî semazenan xwe bigihînin asîmanan. Em dîsa berê xwe bidin Konyaya îroyîn. XWEŞBINÎ Û ÊRÎŞA LI DIJÎ KURDAN! Konya di warê cografyayê de bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê ye, di warê nifûs de jî bajarê 7'emîn e. 31 navçeyên Konyayê heye û li gorî daneyên 2016'an 2 milyon û 161 welatî dijîn. Fikra tesawufê ya dîroka wî heta 7 hezar sal Beriya Zayînê diçe li vir belav bûye û ji ber ku bi Mewlanayê re bû ye yek jî wekî "bajarê xweşbiniyê" tê binavkirin. Lê di salên dawî de li Konyayê êrîşên li dijî kurdan û HDP'iyan bi vî navê bajar re bi nakok e. Avahiya HDP'ê herî dawî di kanûna 2016'an de rastî êrîşê hatiye. Lê di salên 90'an de jî li dijî kurdan an jî partiyên kurdan êrîşekî bi vî rengî çênedibû. KONYA LI GORÎ KONJEKTURÊ JI GUHERTINÊ RE VEKIRÎ YE Konya ya ku demên borî nêzîkî xeta partiyên wekî Fazîlet û Refahê yên xeta Necmettîn Erbakan 15 salên dawî ye bi piştgiriya xwe ya ji bo AKP'ê ve tê zanîn. Di 2 hilbijartinên dawî de AKP'ê piştgiriyeke mezin ji Konyayê girt. Ev piştgirî nîşan dide ku dikare bê guhertin û li gorî konjukturê dikare bê guhertin. Konyayiyên ku di hilbijartinên serokomariyê ya 2014'an de ji sedî 74 deng dan Erdogan, di hilbijartinên 7'ê Hezîrena 2015'an de daxist ji sedî 65'an. Bi şerê ku hate destpêkirin ve jî di hilbijartinên 1'ê Mijdara 2015'an de ji sedî 74 piştgirî da. Li Konyayê MHP'ê di hilbijartinên 7'ê hezîranê de ji sedî 16 di hilbijartinên 1'ê mijdarê de jî ji bedî 11,4 deng girt û bû partiya duyemîn dema ku mirov vê yekê bîne li ber çavan li bajar potansiyela "Erê" pir zêde ye. AKP LI KONYAYÊ JÎ REHET NÎNE Lê ligel vê yekê jî AKP rehet nîne. Di warê dîtbarî de "Erê" li pêş dixuye jî ji bo karê xwe misoger bikin li Konyayê bêhtir zinamekî "neteweperest û muhafazakar" tê bikaranîn. Bi taybetî jî li her derê Konyayê derfetên dewletê tê bikaranîn û standên "Erê" tênv ekirin li vir stranên "Yek al, yek netewe" tên gotin û helbesta Erdogan a "Mizgeft qişleyên me ne" tên guhdarkirin. AKP'î bixwe jî çima dê bibêjin "Erê" nikarin vebêjin tenê dibêjin "Rêis çi bibêje ew e". Ên ku dibêjin "Erê" propagandaya xwe li ser "welat, netewe, dijmin" dimeşînin û dema ku mirov ji derve bi çavakî binêre hestekî ku Tirkiye hatiye dagirkirin di mirov de çêdibe. Jixwe li cadeya Gedavetê ya Konyayê ciwanê ku dikeva nav gel û dibêje dê bibêje "Erê" jî nîşan dide ku ev dîmen bi zanebûn hatiye afirandin: "Li dijî welatê me sefera xaçiyan heye û em ê bibêjin erê." ENIYA NA LI KONYAYÊ BI ÎDIA YE Bi vî re li Konyayê eniya "Na" bi îdia ye. Li avahiyên CHP û HDP'ê alên "Na" hatine daliqandin. Serokê CHP'ê yê Konyayê Mehmet Alî Unal dibêje ku li hemberî wan pêkûtî hene nikarin bi rehetî xebatên xwe bimeşînin û wiha dibêje: "Dê serokê me yê giştî bihata lê şaredariyê salon neda. Atmosfera tirsê diafirînin lê ev tirs dê li sandoqan wekî 'Na' li wan vegere." Unal got ku AKP dê li Konyayê ji sedî 10-15 deng winda bike. LI KONYAYÊ MIROV TÊN TEHDÎDKIRIN Parlamenterê CHP'ê Husnu Bozurt ê ku ji destpêkê heta niha li bajar xebatên referandumê dimeşîne bi gotina xwe li 11 bajaran geriyaye û guhertina ku tê xwestin bê kirin wekî ""Nîzama Firawûn" bi nav dike. Bozkurt îdiayeke pir girîng tîne rojevê: "Tenê ne Rojhilak û Başûrêrojhilat êdî li gundên Konyayê jî ji mirovan re tê gotin ku ger ku dengê erê bi kar neynin dê alîkariyên ku digirin bê qutkirin, nikaribin komirê bigirin. Bi vi rengî tên tehdîdkirin. Nîzameke hişk a rêveberiya awarte heye em di pêvajoya ku 'Erê' serbest 'Na' qedexe ye dijîn. Wekî ku Kenan Evren rêveberiya awarte îlan kir û maqûna bingehîn a 1982'yan bir referandûmê, niha jî wisa ye." Unal got ku ligel vê yekê jî li Konyayê AKP ji sedî 20, MHP ji sedî 70 deng winda bike, dengên "Na" ji sedî 40 zêdetir be û ev dê li Tirkiyeyê jî "Na" yê pêş de bibe. PARTIYA SAADETÊ BÊDENG E Partiya Saadetê jî li Konyaya rasterast naxwaze AKP'ê bigire dijberê xwe. Ji hêza AKP'ê ya li Konyayê ditirsin, di sohbetên yeko yeko de hêrsa xwe ya li hemberî AKP'ê tînin ziman. Lê dema ku mijar dibe ji bo çapemeniyê axaftinê jî ketum nêzik dibin û naaxivin, ev pêkûtiyên li ser Partiya Saadetê nîşan dide. Li navenda Konyayê ji ber şaredariya ku 15 sal in di destê AKP'ê de ye gelek acizî heye. Mînak li girê Alaeddîn û Mewlaneyê qada hêşinayiyê bi temami hatiye rakirin û riya tramvay hatiye çêkirin, ev yek wekî ku xirakirina nasnameya Konyayê tê nîşandan. Li Konyayê girseya MHP'ê piranî jî dibêjin "Na". Abdulkadîr Ozturk ê berî 2 serdeman li bajaroka Însuyu ya navçeya Cihanbeyliyê ji MHP'ê şaredarî kiriye bi gotina xwe ya "MHP û ulkucu ji sedî 80 dibêjin Na" ve ji wî eniyê nîşaneyê dide. ATMOSFERA LI KOLANÊ Li kolanê jî mirov dikare vê hewayê hîs bike. Ligel hemû pêkûtiyan jî mirovên ku dibêjin dê dengê "Na" bi kar bînin li mîkrofona ku dirêjî wan tê kirin re diaxivin. Li navenda Konayayê welatiyê bi navê Ferhat Ozbakiş sedema xwe ya "Na" wiha vedibêje: "Em qedera hemû welat, qedexa 80 milyonan çawa bidin mirovekî." Welatiyê bi navê Berk Yîgenoglu jî heman fikrê diparêze û dibêje divê ciwan rê nedin tiştên ku diqewimin û banga "Na" dike. Jina bi navê Hamîde Guneş jî dibêje ku Konya dê bikaribe bibêje "Na" û ji bo vê yekê jî bi taybetî bang li jinan dike. Ji ber ku dengê "Na" zêde bide komak ciwanên ku li ser wan rozetên AKP'ê hene nêzîk dibin û li ser navê wan Îsmaîl Ozdemîr diaxive. Bi taybetî li ser daxistina temenê bijartinê ya 18 salan gotina AKP'ê ya fermî dubare dike. Piştre kesekî ku nexwest navê xwe aşkera bike û bi hêrs hat gotina "Hûn kî ne, li vir çi digerin" bi kar tîne. Li ser vê Hamîde Guney nerazîbûn nîşan da û gotina "Çima mudaxaleyî çapemeniyê dikî bihêlin bila hemû kes nêrînên xwe bînin ziman" bi kar anî. Kesê ku li ser vê yekê nîzîkî mîkrofonê bû bi gotina "Ma çapemeniya çi, li welat çapemenî hiştin hemû bûn alîgir. Krîza aborî heye, em referanduma çi çêdikin, çima me bi vî yekê re mijul dikin" ve di esasê xwe de nerazîbûna xwe ya li hemberî rewşê nîşan dide. ÊN KU DITIRSIN Û YÊN KU DIAXIVIN Em piştre diçin Qahwexaneya Sarikiz a ku bi pirani welatiyên xizan dijîn. Mirov ditirsin li ber kamerayan naxivin û vê yekî jî bi gotina "Dma ku em diaxivin xwe di girtîgehê de dibînin" tînin ziman. Piştre jî em berê xwe didin taxa Fatîh Işiklar a ku kurdên mêrdînî dijîn û li vir diçin qahwexaneyekî. Li qahwexaneyê 3-5 kes hene û li dora me kom dibin hinek ji wan ditirsin naxivin lê helwesta wan e li dijî sîstema ku tê xwestin pêk bê zelal e û wiha dibêjin: "Qebûlkirina vî serarastkirinê, qatlîamên ku 2 salên dawî ne hatine kirin qebûlkirin e." KULU Û CÎHANBEYLÎ Kulu, Cihanbeylî û Ereglî ji navenda Konyayê cudatir in. Li van deran "Na" gelek li pêş e. Piraniya mirovên ku li kolanê nêrînên xwe tînin ziman piraniya wan dibêjin "Na". Li Cihanbeyli û Kuluyê ji ber ku kurd pir in ev yek radeya dengên "Na" jî zêde dike. HDP dê di 15'ê Nîsanê de li Cihanbeyliyê mîtîngê li dar bixe. Hevserokê HDP'ê yê Konyayê Erol Şan rewşa Konyayê wiha tîne ziman: "Ev der keleha AKP'ê ye ferseda xebatê nadin me. Lê em bi biryar in. Em ê keleha AKP'ê hilweşînin. Li Konyayê ji sedî 50 dengê 'Na' derxînin." Kenan Kirkaya/Seda Taşkin - dîhaber