Qedexeya li 23 herêmên Çewligê hat dirêjkirin 2017-04-02 09:56:13 ÇEWLIG - Li 23 herêmên navend û 7 navçeyên Çewligê ku beriya niha bi hinceta “Herêma Taybet a Ewlehiyê” qedexe lê hatibû îlankirin qedexe 15 roj hat dirêjkirin. Qedexeya li 23 herêmên navend û 7 navçeyên Çewligê bi hinceta “Herêma Taybet a Ewlehiyê” hatibû îlankirin 15 rojên din hat dirêjkirin. Herêmên ku heta 15’ê Nîsanê hatine qedexekirine wihane: herêmên Ortaçanak, Zozanên Hasar û Tepê Hasar ên girêdayîn navenda Çewligê, zozanên Feratan û Çir, Newaya Merdîven, herêmên Yenîbaşak-Doguyelî yên navçeya Bongilan, herêmên Newayên Horivanik-Tahkim, Daristanên Kirkoy, Newaya Manav, Guneşlîk - Gokçedal ên navçeya Xorxolê, Newaya Çomak a navçeya Gêxî, daristanên Karacehennem ên navçeya Kanîreşê, zozanên Akimli yên navçeya Çermê, çiyayên Şeytan û Newaya Şeytan, Zozanên Îlbey, Maltepe yên navçeya Azarpêt û herêmên Saggoze, Buyukçag, Yenîyazi, Dîkpinar, Derman, Sekeran ên navçeya Dara Hênê.