Ji hemû êlan ciwan beşdarî rizgarkirina tebqa bûne 2017-04-02 10:25:52 REQQA – Fermandarê Tugaya QSD’ê ya bi navê Şehîd Teslîm Cimo Ebûd El-Hafiz diyar kir ku ciwanên hemû êlên Reqqayê di operasyona rizgarkirina Tebqa de cih digrin û got: “Em ê di demeke kurt de agahiya rizgarkirinê parve bikin” Fermandarê Tugaya Şehîd Teslîm Cimo, Ebûd El-Hafiz, agahî dan Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) û diyar kir ku tugaya wan îro bi 300 şervanên ji eşîreyên Hilêsat, Icêl, Bûwilda, Bûesaf, Bûcabir û hwd ên herêma Firatê tevlî operasyona rizgarkirina bajar û bendava Tebqayê bûne. Ebûd El-Hafiz da zanîn ku tugaya wan beriya vê tevlî gelek operasyonên QSD’ê yên li Minbic û Reqqayê bûye û wiha got: “Di van 9 rojên derbasbûyî de, em li aliyê bendava Firatê bûn û heya niha jî hêzeke mezin a şervanên me li wî aliyî şerê çeteyan dikin. Me beşek ji hêza xwe jî tevlî baskê li başûrê çemê Firatê kiriye.” El-Hafiz destnîşan kir ku ew agahiyan ji hundirê bajarê Reqqa û Tebqayê digire û ev agahî dan: “Li gorî agahiyan, niha çeteyên DAIŞ’ê ji Reqqayê direvin. Her wiha tê gotin ku hijmara çeteyên li bajarê Tebqayê mane jî pir kêm e. Ji xwe çeteyên biyanî ku navê Muhaciran li wan tê kirin, reviyan e. Çeteyên mane ji şêniyên Reqqayê yên ku hatine xapandine. Lê niha ji ber çete dizanin Bendava Firatê pir hesas e, lewra herî zêde xwe li wir kom kirine.” El-Hafiz mizgîniya rizgarkirinê da û wiha dom kir: “Di demek kurt de ku herî kêm hefteykê em ê agahiya rizgarkirina Tebqayê parve bikin. piştî wê jî em ê agahiya rizgarkirina Reqqayê parve bikin.” Fermandarê QSD’ê Ebûd El-Hafiz ji şêniyên Tebqa û Reqqayê re got: “Hemû sivîlên bixwazin xwe rizgar bikin bila berê xwe bidin hêzên me. Çeteyên hatine xapandin û bixwazin xwe teslîm bikin jî bila werin. Em ê saxlemiya wan misoger bikin.”