Jin di 'Komxebata Jin û Parastinê' de hatin cem hev 2017-04-02 11:26:34 KOBANÊ – Li Kobanê 16 rêxistinên jinan ên li Rojhilata Navîn di "Komxebata Jin û Parastinê" de hatin cem hev. Li Kobanê "Komxebata Jin û Parastinê" ya li ser asta Rojhilata Navîn bi diruşmeya “Hêza xweser a jinan misogeriya civaka azad e” bi beşdarbûna nûnerên 160 delegeyên ku nûnertiya 16 hêzên leşkerî yên jinan dikin, dest pê kir. Salona komcivînê bi alên hêzên beşdar, wêneyên Sakîne Cansiz, Şîlan Kobanê û bi dehan şervanên jin ên ji bo azadiya jinan jiyana xwe ji dest dane hate daliqandin. Seroka Deswteya Rêveber a Meclîsa Damezirîner a Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif, Hevseroka TEV-DEM’ê ya Kobanê Eyşê Efendî, Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed, Cîgira Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Bêrîvan Hesen, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Kobanê Fayîza Ebdê, Berdevka Fermî ya Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd, Nûnerên Rêveberiya Xweser û hejmarek mêvanên din jî beşdarî komcivînê bûn. Di salona komcivînê de diruşmeyên bi nivîsên “Jin ji bo azad bibe tekoşînê dike, dema azad dibe xweşik dibe, xweşik dibe tê hez kirin”, “Civaka jinan a azad, civaka exlaqî, siyasî ye.” hatin daliqandin. Rêxistinên wekî Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-JIN), QSD, Partiya Komînist a Tirkiyê (TKP/M), Hêzên Parastina Jinan, MLKP, Hêzên Jinên Bêtnehrên, MLKP/ KKO, Yekîneyên Antî Teror, Yekîneyên berxwedana Şengalê, YBŞ-JIN, YPJ-Star, HPJ, Hêza Eniya Parastina Jinên Şehbayê û Melcîsa Minbicê ya Leşkerî beşdarî komxebatê bûn. BERNAMEYA KOMXEBATÊ Beriya komxebat destpê bike Berdevka Fermî ya YPJ’ê Nisrîn Ebdulah bernameya Komcivînê xwend. Bername wiha ye: Her hêzek dê bi kurtasî xwe pênase bike, paşê dê belgefilimek li ser rêxistina leşkerî ya jinan were pêşkêşkirin. Paşê dê karê komcivînê li gorî 5 rûniştinan destpê bike. Rûniştina yekem dê bi semînereke li ser şerê heyî di herêma Rojhilata Navîn û bandora wê li ser zarokan û jinan pêkêş bike. Runiştina duyemîn dê girîngiya parstina cewherî ya jinan derbarê sîstema dewlet û zihniyeta baviksalarî were pêşkêşkirin. Di roja duyemîn a komxebatê de jî dê runistşna duyemîn bi nîqaşan û rola jinan di pêşxistina parstina rewa de were destnîşankirin. Paşê jî dê runiştina 3-4 li ser pênasekirina rêxistina hêzên leşkerî ya jinan û di runiştina 5’an de jî dê girîngiya avakirina hêzeke jinan a hevbeş ya niştimanî ya parstinê were avakirin. Paşê jî dê nîqaş li ser wan mijaran werin pêşxistin û dawî dê encamnameya komxebatê bê amadekirin û parvekirin.