Ji Şakranê peyam: Heta daxwazên me pêk bên çalakî dê bidome 2017-04-02 11:31:57 STENBOL - Girityê Girtîgeha Şakranê Abdurrahman Yildirim, bi riya telefonê agahî da malbatê û diyar kir ku heta daxwaza wan pêk bê, bi biryarin çalakiya greva birçîbûnê berdewam bikin. Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçûbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 47'an de berdewam dike. Girtiyê Girtîgeha Şakranê Abdurrahman Yildirim bi riya telefonê agahî da malbatê û peyama biryara berxwedana çalakiyê da. Yildirim anî ziman ku li Şakranê binpêkirina mafan berdewam dike û heta mafê wan bê parastin û daxwazên wan bê qebûlkirin dê çalakiya wan berdewam bike. Yildirim, anî ziman ku ji bo balê bikişînin ser rewşa Ocalan, zextên li ser gel û zextên li ser girtiyan ketine çalakiya greva birçîbûnê û wiha got: "Çalakiya me bi biryar didome. Rewşa tenduristiya girtiyên di çalakiyê de roj bi roj xerabtir dibin. Bi gelemberî rewşa li tevahiya girtiyan ne baş e. Greva birçîbûnê li dijî zextên li ser girtiyan û gel dest pê kir. Rojname li me hatine qedexekirin. Siyaseta li derve bandora xwe li ser me jî dike. Li hemû qadan tecrid giran dibe. Destûr nadin hevalên me yên di grevê de bên cem me. Hemû ketin û derketina derdorê girtiyên di çalakiyê de hatine qedexekirin. Ji bo ketin û derketine mecbûr dikin ku karta stu têxin situyê xwe." ‘EM DÊ LI DIJÎ ŞIKANDINA RÛMETÊ TÊBIKOŞIN' Yildirim, destnişan kir ku şertên li girtîgehan roj bi roj girantir û dijwartir dibe û wiha got: “Daxwazên hevalên me bi zext û tundiyê tên berivandin. Her roj şert û mercên girtiyan xerabtir dibe. Çi dibe bila bibe em li derve û li hundir van pêkanînên ku rûmeta me dişkînin qebûl nakin. Me heta niha qebûl nekir û ji niha û şûnde jî em qebûl nakin. ‘YA MUHÎM REWŞA RÊBERÊ ME YE' Yildirim, anî ziman ku hevalên wan ên nexweş dema diçin nexweşxaneyê di lêgerîna tazî re derbas dikin û girtiyên vê yekê qebûl nakin rastî lêdanê tên û wiha bi dawî kir: "Li gel şertên dijwar hevalên me çalakiyên xwe berdewam dikin. Ya muhûm rewşa rêberê me ye. Hevalên me yên ketine grevê bi taybetî ji bo rewşa Rêberê me ketine grevê. Hevalên me bi biryarin ku heta daxwazên wan bên bersivandin çalakiya xwe berdewam bikin. Hevalên me dê heta daxwazên wan pêk bên çalakiya xwe berdewam bikin. Çalakiya ku 5 rojan dorveger hatiye destpêkirin jî didome."