Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Taşdemîr hat berdan 2017-04-02 12:40:34 MÛŞ - Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr serbest hat berdan. Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taştemîr ku ji bo xebatên referandumê hat Mûşê li Mûşê hat binçavkirin. Taşdemir, di saetên serê sibê de li Otela Grandê di çarçoveya dozek li Mêrsînê hatibû vekirin dehat binçavkirin. Taşdemîr piştî hat binçavkirin birin edliyê û bi riya SEGBİS'ê îfade da. Taşdemîr, piştî îfade da serbest hat berdan. Taşdemir, di 20'ê Adarê de jî li Bazîdê hatibû binçavkirin û dîsa hatibû berdan.