Li Bavê 38 rojin cenazeye kurê xwe dixwaze 8626 TL ceza birîn! 2017-04-02 13:10:10 DERSIM - Çalakiya greva birçîbûnê ya Kemal Gun ê ji bo cenazeyê kurê xwe yê di bombebarana Newala Çet de jiyana xwe ji dest da bigire destpêkirî di roja 38’emîn de didome û her roj ji Gun re 227 TL ceza tê birîn. Newala Çet a di navbera navçeya Xozat û navenda Dersimê de ye, di 7’ê Mijdara 2016’am de hatibû bombebarankirin û di encamê de 11 endamên DHKC’ê jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyên wan hêjî radestî malbatan ne hatine kirin. Bavê Murat Gun ê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest da Kemal Gun li Qada Seryîd Riza çalakiya greva birçîbûnê dabû destpêkirin û çalakî di roja 38’emîn de berdewam dike. Bav Gun ku ji bo cenazeye kurê xwe bigire dest bi grevê kir bi hinceta “qanûna qebehetan” duh bi awayekî giştî ji bo her rojê 227 TL cezayê pere lê birîn. ‘CENAZE NADIN LÊ CEZAYÊ PERE DIDIN’ Gun, derbarê mijarê de wiha got: “^8 roje greva birçîbûnê de me. Hêjî me agahiyek ne girtiye. Em û parêzer li bendê ne. Em ê bi daxwaznameyek din serî li dozgeriyê bidin. Rojane 227 TL cezayê pere dibirin. Ger mafê wan hebe mafê me jî heye. Hem zarokên me dikujin û he jî ji ber zarokên me nadin ceza dibirin. Ger di qanûn, hiqûq, mirovatî û dewletên cîhanê de hebe temam. Lê mafê wan ê birîna ceza tune ye. Bila cenazeye zarokên me tene hestiyek jî mabe bila bidin me em ê biçin. Ger ji berxwedana me ditirsin, ji gihiştina raya giştî ditirsin wê demê bila cenazeyê me bidin em ê biçin ev qas.”