SYKP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da 2017-04-02 14:10:28 EDENE - Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Tulay Hatîmogullari, operasyonên li dijî patiyan wan şermezar kir û wiha got: “Ligel zext û binçavkirinan em ê ji siltantiyê re bêjin ‘Na’.” Partiya Rizgariya Ji Nûve ya Sosyalîst (SYKP) ya Edeneyê, bi aramanca operasyonên duh ên li dijî partiya wan li avahiya ÎHD’a Edeneyê civîna çapemeniyê li darxist. Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Tulay Hatîmogullari diyar kir k udi operasyona duh de endamên wan Denîz Kurdoglu, Ayberk Bozdogan û Îbrahîm Bademcî hatine binçavkirin û wiha got: “Polîsan bi ser mala Serokê SYKP’ê yê Edeneyê Mehmet Alî Gulşen de girtin. AKP’ê piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê zext û zilma xwe ya li dijî aliyên muxalif xistiye dewrê.” Hatîmogullari, da zanîn ku AK Partî hemû derfetên dewletê bi kar tîne, polîtîkaya çewisandin û astengkirinê li dijî kesên dibêjin ‘Na’ dide meşandin û wiha axivî: “Di hawirdorek ev qas zext hene de pêkanîna referandumê ne rewaye. AKP a ku ligel hemû zext û astengiyan dihizire ku eniya ‘Na’ lewaz bûye xwe dixapîne û eniya ‘Na’ her ku diçe bihêztir dibe. Ligel zext û binçavkirinan em ê ji siltantiyê re bêjin ‘Na’. Em ji binçavkirinan re dibêjin Na. Em dixwazin di demek kurt de endamên me yên bêhiqûqî hatine binçavkirin bên berdan.”