Têkildarî facîaya Madenê ji 11 kesan ceza xwest 2017-04-02 14:39:35 SÊRT - Li gundê Madena Şîrvanê ya Sêrtê di kana madenê ya şîrketa Ciner Holdingê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li 11 kesên têkildarî facîaya kanên ji bo her kesekî 15 sal ceza hat xwestin. Di 17'ê Mijdara 2016'an de li kana madenê ya Gundê Madena Şîrvana Sêrtê facîa pêk hatibû. Serdozgerê Komarê yê Sêrtê lêpirsîna têkildarî bûyerê temam kir. Dozger îdîaname temam kir û pêşkêşî 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê kir. Dozger di îdîanameyê de der barê 11 kesan de ji bo her kesekî di navbera 2 sal û 15 salan de ceza xewst. Kesên ku doz li wan hat vekirin û ceza ji wan hat xwestin wiha ne: Midûrê Bikaranîna Firmaya Şîrketa Bazirganiyê û Park Elektrik Üretim Madencilik Sanê. Mehmet Oguz, Serendezyarê Bikaranina Kanê Selman Kazak, Pizporê Ewlehiya Kar ê bikaranîna Kana Park Elektrikê Servet Keklik, Nezarvanên daîmî yên Bikaranîna Şirvan Park Elektrikê Mehmet Kezer, Serkan Guruhan, Bayram Kayar, Şefê Şîrketa Kanê Kadir Yıldırım, Pispora Ewlehiya Kar Gulistan Gok, Xwediyê Şîrketa fermî ya Antlar Yapı Madencilik Sanayi Ticê Vedat Ant, berpirsiyarê fîlî yê Antlar Yapı Madencilik Sanayi Ticê Nureddin Ant û Adnan Ant.