TJA: Bi Ocalan re dest bi muzakereyan bikin 2017-04-02 15:50:23 AMED - Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Sûrê bi armanca balê bikşînin ser çalakiya greva birçîbûnê daxuyanî dan û xwestin bi Ocalan re dest bi muzakereyan bikin. Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA), yên Sûrê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê li avahiya DBP'ê ya Sûrê civîna çapemeniyê pêk anî. Rêvebera DBP'ê ya Sûrê Hamdiye Gerçek, diyar kir ku girtiyên bedena xwe dane ber birinê 47 rojin di çalakiya greva birçîbûnê dene û wiha got: "Ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin divê bi lezgîn daxwazên wan pêk bên û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re muzakereyan bidin destpêkirin. Daxuyanî bi siloganên “Bijî berxwedana zindana” bi dawî bû.