Cenazeyê Rojnameger Evin Buldan şandin warê wê 2017-04-03 08:26:08 AMED - Cenazeyê Rojnameger û Edîtora Rojnameya Rojeva Medya Evin Buldan ku bi krîza dil jiyana xwe ji dest da piştî otopsiyê şandin warê wê Geverê. Rojnameger û Edîtora Rojeva Medya Evîn Buldan şevê din krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Rojnameger û Edîtora Rojnameya Rojeva Medya Evin Buldan, piştî otopsiyê şandin warê wê Geverê. Buldan, di saetên êvarî de krîza dil derbas kir û li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî li gel hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Malbat û hevalên wê yên rojnameger cenazeyê Buldan piştî otopsiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî serê sibê ji Amedê şandin navçeya Geverê ya Colemêrgê. Buldan ku ji 2011'an heta niha rojnamegeriyê dike û di Rojnameya Azadiya Welat de edîtorî kir. Piştî rojnameya Azadiya Welat bi biryara KHK'ê hat girtin derbasî Rojeva Medya bû. Buldan, herî dawî di Rojnameya Rojava Medya de edîtorî dikir.