'Ji fermanên zilmê re Na' 2017-04-03 09:16:54 MÊRSÎN- Hunermendên mêrsînî diyar kirin ku ew ê di refendumê de ji bo pêşxistine hunerê bibêjin "Na" û wiha gotin: "Ji qanûnên bav û fermanên zilmê re Na." Ji bo referanduma 16'ê Nîsanê demeke kurt ma. Ji beşên cuda yên civakê ji bo eniya "Na" piştgirî her diçe zêdetir dibe. Hunermendên mêrsînî jî piştgirî dan eniya "Na". Hunermendan diyar kirin ku ew ê kesên ku li hemberî pêşxistina hunerê dibin asteng re bibêjin "Na" û feraseta ku tê xwestin bê dîktatorî ye. Ji damezirenêrê Şanoya Merheba Huner Ramazan Velîeceoglu bi bîr xist ku dîktator her tim hunerê qedexe dikin. Velîeceoglu diyar kir ku îktidara îro civakê bi OHAL û KHK'ê ve bi rêve dibe û sedama "Na" wiha anî ziman: "Ji bo ku zanîngeh bibin hêlîna perwerdehî û zanistê, tacizên li dijî zarokan bi dawî bibin, feraseta laîqbûnê bê, ji bo ku li dijî dîktatorî û yek zilam derdikevim ez ê bibêjim Na." Helbestkar Adil Okay jî diyar kir ku ji bo dîktatorî bibe qanûn ev referandum tê kirin û ji ber vê yekê jî ew ê dengê "Na" bi kar bîne. Okay wiha axivî: "Ez tenê ji vî qanûna bingehîn a nû re nabêjim Na, min ji ya berê re jî got Na. Ez ji qanûnên bav û fermanên zilmê re Na." Okay destnîşan kir ku di şanoyê de jî "Na" yê digere dest û derûdorên muxalîf bi împaratoriya tirsê ve tên çewisandin lê ji ber ku hunermend in natirsin û wiha got: "Em hunermend in, natirsin. Em hunermend bi hêvî ne dê di dawiya dawî de ronahî bi ser keve." Lîtikvana Şanoya Agonê Salîh Yildirim jî got ku divê hunermend bêyî ku îdeolojiyan binêrin û ji bo ku hunera xwe di şertên baş de pêk bînin divê bibêjin "Na". Organîzatorê hunerê Ferhat Nas jî diyar kir ku ji bo huner bijî, riya hunerê bê vekirin ew ê ji dîktatoriya "yek zilam" re bibêjin "Na".