Dozger hewce bi lêpirsîna kujerê Şahîn Oner nedît 2017-04-03 09:19:37 AMED- Dozgerê Komarê yê Amedê têkildarî doza kuştina Şahîn Oner ê polîsan di sibata 2013'an de maşina zirxî lê qeliband û kuşt de biryara bêşopandinê da. Dozger pêdivî bi lêpirsîna polîsê kujer nedît. Parêzerê malbatê biryara dozger îtîraz kir. Komek wiwan di 10'ê Sibatê de li semta Şehîtlîkê ya Navçeya Yenîşehîra Amedê 15'ê Sibatê Roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar dikir, polîsan bi maşîneyên zirxî êrîşî ciwanan kir. Polîsan di êrîşê de maşîna zirxî li ciwanê 19 salî Şahîn Oner qeliband û di bin maşînê de kuşt. Di ser kuştina Şahîn Oner ê 19 salî re 4 sal derbas bûn. Dozgerê komarê yê Amedê der barê lêpirsîna kuştina Oner de biryara bê şopandinê da. Qeymeqamiya Yenîşehîrê piştî 3 salan di sala 2016'an de destûr da ku der barê polîsê kujer de lêpirsîn were vekirin. Piştî 3 salan ji aliyê Qeymeqamiya Yenîşehîrê ve destûr hate dayîn ku ji bo polîsê kujer lêpirsîn were vekirin. Di nav salên borî de li gel belgeyên ku ji aliyê DÎHA'yê ve hatibûn weşandin jî dozgerî kuştina Oner weke "qezaya trafîkê" bi nav kiribû û ji bo polîsan biparêze 2 caran ji Saziya Tip a Edlî daxwaza "rapora qisûrê" kiribû. ATK her du caran jî diyar kiribû ku "Ev bûyer ne qezaya trafîkê ye" û daxwaza dozgeriyê qebûl nekiribû. Li ser vê bersivê dozgerî piştî 2 salan serî li Qeymeqamiya Yenîşehirê dabû û ji bo lêpirsînê destûr xwestibû. Dozgerê Komarê yê Amedê di 15'ê Sibata 2017’an de biryara bêşopandina dozê da. Dozger di biryara bê şopandinê de, diyar kir ku der barê polîs R.U. yê Oner bi maşîna zirxî eciwand û kuşd de ji sucdariya “Bi qezayan bûye sedema kuştinê" lêpirsîn vekiriye. Dozger di biryarê de anî ziman ku ajokarê Maşina Zirxî ya marka Shortland a Hêjmar 75 ku bi awayekî qeza bûye sedema kuştina Oner ajokarê bi navê S.K. ye. Dozger da zanîn ku der barê polîs R.U. yê di maşîneyê debû, bi awayekî “nezanîn” lêpirsîn vekiriye. Dozger da zanîn ku piştî lêpirsînê tu sedemên ku suc kiriye nedîtiye û ji ber vê yekê biryara neşopandinê daye. Dozger, ani ziman ku lêpirsîna der barê polis S.K.yê "Bêhemdî bûye sedema kuştinê" ji didome. ‘BI ARMANCA KUŞTINÊ AJOT SER ONER' Endamê Komîsyona Hiqûqê yê Şaxa ÎHD'a Amedê û parêzerê malbata Oner Abdullah Zeytun diyar kir ku ji ber lêpirsîna kêm dozger biryara bê şopandinê daye û wiha got: "Divê dozger lêpirsînek fireh bike. Ev biryar li dijî hiqûqê ye. Dema mirov rapora otopsiyê ya di dosyayê de û Rapora Saziya Tipa Edlî lêkolîn dike, dîsa îfadeya şahidan û delîlêndin li ber çavan digire dibîne ku polis bi zanebûn maşîna zirxî ajotiye ser Oner û bi bi zanebûn Oner di bin maşînê de eciqandiye. Zeytun, destnîşan kir ku dema li îfadeyên şahidan ên di dosyayê de dinere, Oner di dema bûyerê de bê perastin bû û destê xwe rakiriye hewa, lê maşîna zirxî bi lez bi armanca kuştina Oner li Oner qelibandiye. LI ŞÛNA BIBIN NEXWEŞXANEYÊ BIRIN NAVENDA POLÎSAN Zeytun, destnîşan kir ku li gel polîsan dît ku Oner bi giranî birîndar bûye jî li şûna bibin nexweşxaneyê we birin navenda polîsan û mudaxaleya tîbbî nekirin û wiha got: "Şahidên bûyerê diyar kirin ku piştî maşina zirxî li Oner qeliband, maşina din a zirxî jî hat li ber Oner sekinî da ku jiyana xwe ji dest bide.Ev nîşan dide ku hemû peywirdar ji bo Oner bê kuşitn tev geriyane. Ev ne bi qeza ye ev bi zanebûn e. 'DIVÊ R.U JI SÛCÊ KUŞTINA BI ZANEBÛN BÊ DARIZANDIN' Zeytun, destnişan kir ku di rapora Saziya Tipa Edli de tê gotin ku Oner hatiye kaşkirin û jiyana xwe ji dest daye û wiha berdewam kir: "Divê tenê ajokar ji kuştinê berpirsiyar neyê girtin. Divê ajokarê li ser maşina zirxî û yên li pişt jî ji kuştina bi zanebûn bên cezakirin. Li şuna Oner ê birîndar bi lezgîn rakin nexweşxaneyê li ber serê wî radiwestin. Piştre jî dibin navenda polîsan. Ev nîşan dide ku bi zaneb3un Oner hatiye kuştin. Ji ber vê yekê divê der barê polîs R.U yê dozger der barê wî de biryara neşopandinê daye jî bi sucdariya "Bi zanebûn bûye sedema kuştinê" bê darizandin û cezakirin." Zeytun, da zanîn ku ji bo biryara bêşopandinê betal bibe û doz bidome serî li Hekîmê Sulh Ceza yê nobedar dane û îtiraz kirine. Çi bubû? Di 10'ê Sibata 2013'an de li taxa Şehîtlîk a Amedê di çalakiya şermezarkirina radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de polîsan êrîşê çalakiyê kiribû û ciwanê bi navê Şahîn Oner di bin maşîneya zirxî ya polîsan de jiyana xwe ji dest dabû. Şeva ku Oner jiyana xwe ji dest da Waliyê Amedê Mustafa Toprak daxuyanî dabû û gotibû "Şahîn Oner dema dixwest teqemenî bavêje polîsan miriye." Pişt re ajansa DÎHA qeydên ambulansan weşandibû û derxistibû holê ku Oner di bin maşîneya zirxî de mayê û bi birîndarî li Qereqola Polîsan a Şehîtlîkê hatiye rawestandin. Der barê bûyerê de Serdozgeriya Komarê ya Amedê daxwaza "rapora pisporan" kiribû. Di rapora pisporan a di 25'ê Pûşbera 2015'an de, rapora ATK'ê li ber çav nehatibû girtin û kuştina Oner weke qezaya trafîkê hatibû binav kirin. Piştî salan, Qeymeqamiya Yenîşehîrê bi biryara hejmar 20 a dîroka 17'ê Adarê 2016'an diyar kir ku polîsê ajokarê maşîneya zirxî Selahattîn Korkmaz li dijî hiqûqê tevgeriyaye û ji ber vê hincetê jî destûr da ku ji bo polîsê kujer lêpirsîn were vekirin.