16 rêveberên HDP û DBP'ê yên Bursa hatin binçavkirin 2017-04-03 10:26:55 BURSA - Polîsan li Bûrsayê serê sibê bi ser gelek malên endam û rêveberên HDP û DBP'ê de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de 16 kes binçavkirin. Polîsan serê sibê li navçeyên Gemlik, Yildirim, Osmangazi û Nilufer yên Bûrsayê bi ser gelek malên endam û rêveberen HDP û DBP'ê de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de endam û rêveberên HDP û DBP'ê jî di navde 16 kes binçav kirin û birin midûreyeta polîsan. Kesên hatin binçavkirin wiha ne: Endamê Meclîsa HDP'ê Rahim Dede, Rêveberên HDP'ê yên Bajar Metin Kılıç, Onur Meriç û Mustafa Demirel, Hevserokên DBP'ê yên Bûrsayê Metin Gokçe û Mujde Arslan, rêveberên HDP û DBP'ê Huseyin Camkıran, Zeki Korhan, Ceylan Gokçe, Ayhan Bahadir, Menderes Yildirim, Zeynep Yildirim, Şerife Erbay, xwendekarên zanîngehê Omer Ergul, Mehmet Bugdayci, Murat Pinar.