Lijneya Rûsipiyên Herêma Şahba hat avakirin 2017-04-03 12:02:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Rûsipiyên êlên herêma Şahba ji bo çareserkirina pirsgirêkên şêniyên herêma Şahba Desteya Rûsipiyên herêma Şahba ava kirin. Rûsipiyên êlên Ereb, Kurd û Tirkmen li mezreya Xernate ya ku Ceyîş El-Siwar rizgarkiribû, civiyan. Li gorî nûçeya Ajansa Nuçeyan a Hawarê (ANHA), di civînê de endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Ehmed Erec Hiso, Kordînasyonê Giştî yê Koalisyona Niştîmanî yê Demokratîk ê Sûriyê Eladîn El Xalild, Nûnerên Buroya Têkiliyên Derve yên herêma Şahba û nûnerên hêzên leşkerî yên herêma Şahba amade bûn. Rûsipiyên êlên Ereb, Kurd û Tirkmen ( êla El-Cîs a ereb, êla El-Denadî ya kurd, êla Mecdimî ya ereban, êla El-Betûş a ereb, êla El-Beklê ya Tirkmen, êla El-Tirkmen a Tirkmen, êla Kêtikan a kurd û êla Dîdan a kurd) tevlî civînê bûn. Rûsipiyê bi navê Zuhêr Gulê xêrhatina beşdarvanên civînê kir. Di civînê de ji bo pêdiviya avakirina Desteya Êla Herêma Şahba nirxandin hatin kirin û biryar hat girtin ku Deste were avakirin. Piştî ku biryara avakirina Destê hat dayîn 11 rûsipî ji bo endamtiya Desteyê hatin hilbijartin. Deste dê xwe bighîne hemû rûsipiyên Sûriyeyê û pirsgirêkan li ser bingehê biratî û jiyana hevbeş çareser bike. Deste dê di rojên pêş de navendeke xwe veke.