Dara Ocalan a 150 salî ji nûve aj da 2017-04-03 13:02:00 RIHA- Dara 150 salî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di serdema zarokantiya xwe de li bin siya wê pirtûk dixwend û wekî “Dara Apo” tê nasîn, piştî çend sal berê hişk bû ji nûve dîsa ajda. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li cîhanê bi felsefeya xwe ya bi jiyana hevpar, azadiya jinan û serhilderiya xwe tê nasîn. Li gundê xwe yê Amara ku sê netew lê dijîn jî bibîranînên xwe yê dibistanê tê nasîn. Li Gundê Amara yê Xalfetiyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, bi minasebeta 4'ê Nîsanê amadekariya 68'emîn salvegera Rojbûna Ocalan tê kirin. Ji bo bi girseyî mêvanan pêşwazî bike amadekarîtên kirin. Ocalan ku li Amara ji dayik bû û heta pola 5'an li vir dibistan xwend. Mezinên gund û yên Ocalan nas dikin bi navê "Evdilla" wî nas dikin. Yên wî nas nakin jî bi bi navê "Başkan" bang li Ocalan dikin. Ocalan hîn di zarokatiya xwe de bi gelên cuda re fêrî jiyana hevpar bû. Li gundê Amara bîranînên Ocalan li her malê û qada gund tê vegotin. Ji zarokên biçûk re meletî kir. Li bêkesan xwedî derket. Ji bo xwendinê rêya 3-4 km her roj meşiya. Dîsa bi kuştina maran û jîrbûna xwe tê nasîn. Beriya damezrandina PKK’ê gelê gund ji Ocalan re digot “Evdilla” piştî ku fikrê PKK’ê li cîhanê belav bû “Evdillayê gund zivirî Apo”. Li gel ku Ocalan pir kêm maye li gundê xwe, bîranînên wî yên qencî û serkeftinê wek çîrokan nifş bi nifş tê. Ocalan bi serpêhatî û bîranînên xwe li mala hemû gundiyên Amara dibe mêvan. Dara ku Ocalan di zarokandiya xwe ya li gund de li bin siya wê pirtûk dixwend jî bîranikek dîrokî ye. Hevalên Ocalan ên zarokantiyê Ocalan wekî kesê astengî û sînoran nas nake pênase dikin. Li gundê Amara du cih hene ku wek cihê Ocalan tê nasîn. Yek ji wan cihan dara fistiqan a herî bi temene ku Ocalan li bin siya wê difikirî û pirtûk dixwend. Dara Fisteqan ku di nava zeviya Bavê Ocalan Omer Ocalan de maye, wekî "Dara Apo" tê zanîn. Ocalan di dema dibistanê de her roj diçû li bin siya wê pirtûk dixwend. Dara Apo carekî hişk bû. Lêdara ku çend sal berê hişk bû ji nûve hişîn bû. Dara Apo ya 150 salî ji nûve şîn bû. Dar wekî cihê afirandina fikrên Ocalan e û li gund jî wek cihê hizirîna Ocalan tê nasîn. Her mêhvanên tên gund li binê Dara Apo wêne dikişinin. Dema kesek biyanî diçe dibistana Ocalan zarok lê komdibin û ji wan kesan re qala Ocalan û dibistana wî dikin. Zarokên ku li kesên biyanî kom dibin bihev re dibêjin “Hûn ji bo Apo hatine, ev dibistana Apo ye. Apo ji gundê Amara bi piyan di hat vê dibistanê”.