Mexdûrên 12'ê Îlonê: Aş nake tev li hev dike 2016-11-28 09:06:52 EDENE - Rayedarên girtîgehê pêkanînên “Li hev bixe û aş bike" li ser girtiyan ferz dike. Mexdûrên 12'ê îlonê, têkildarî van polîtîka û pêkanînan diyar kirin ku, "Kesên ji bawerî û nerînên cuda di heman koridorê de bi cih dikin û bi vê yekê armanca dikin ku provokasyonê pêş bixin. Di serdema Kenan Evren û darbeya 12'ê îlonê de rayedarên girtîgehan li ser girtiyên siyasî polîtîka û pêkanînên "Tev li hev bike û aş bike" pêk dianî. Niha jî dixwazin li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê polîtîkaya "Tev li hev bike aş bike" dixwazin têxin meriyetê. Mexdûrên serdema darbeya 12'ê Îlonê bertek nîşanî vê yekê dan û anîn ziman ku armanca vê yekê provakasyon e. Mexdûrên 12'ê Îlonê anîn ziman ku girtiyên PKK'ê, girtiyên çepgir û girtiyên DAÎŞ û cemaetê di heman koorîdorê de bi cih dikin û dixwazin rê li pêş rageşî û provakasyonan vekin. Mexdûrê 12'ê Îlonê Yaşar Demir, diyar kir ku di serdema 12'ê Îlonê de bi pêkanînên faşîst li ser girtiyan zext zêde dikirin û bi van pêkanînan dixwazin rûmeta girtiyan bişkînin. Demir, destnîşan kir ku di serdema 12'ê Îlonê de girtiyên siyasî û girtiyên edlî di heman koorîdorê de bi cih dikirin û li ser girtiyan zext zêde dikirin û wiha got: "Dixwazin girtiyan bi hev bidin şikandin û şerê di nava girtiyan de zêde bikin. Em jî di 12'ê Îlonê de rastî van pêkanînan hatin. Dixwestin girtiyên sosyalist û welatparêz dîl bigirin. Niha jî heman polîtîka dixin meriyetê. Di serdema Kenan Evren de xwestin girtiyan dîl bigirin, niha jî heman feraset berdewam dike û dixwazin girtiyan dîl bigirin. " Mexdûrê 12'ê Îlonê Hasan Erbil jî anî ziman ku bi van pêkanîn û polîtikayan dixwazin girtiyan dîl bigirin û vîna wan bişkînin û wiha got: "Piştî zagonên OHAL’ê xistin meriyetê dîsa dixwazin hişmendiya Kenan Ewren zindî bikin. Niha girtiyên fikrên wan cuda û ji dozên cuda tên girtin di heman korîdorêde bi cih dikin. Ev provakasyon e. Divê em neyên vê lîstikê. "