Ciwanên ji Tiri El Firatê qetiyan: Armanca Tirkiye dagirkirin e 2017-04-03 13:25:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên ji komên girdayî TSK'ê veqetiyan gotin armanca Tirkiye ya ketina xaka Sûriyê ne rizgarkirin, dagirkirine. Ciwanan anîn ziman ku Tirkiyê bi dagirkirina xaka Sûriyê dixwaz pirojeya xwe ya dewleta Osamaniyan careke din pêk bîne. Gelek ciwan ji nava komên girêdayî TSK'ê ya bi navê Mertalên Firatê derbasî rojava bûbû veqetiyan axivîn. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), ciwanên ku ji komên Diri El-Firat yên di bin baneyê TSK'ê de şer dikirin, diyar kirin ku Armanca Tirkiye ne rizgarkirin e, dagirkirin e. Bi dehan ciwanên ji komên giredayî TSK'ê vediqetin û qala armanca TSK'ê û hêzên girêdayî wê dikin. Ciwanan anîn ziman ku ji aliyê Artêşa Tirk ve hatin xapandin û derbasbûna Artêşa Tirk di xaka Sûriyê wekî dagirkerî pênase kirin. Hinek ji ciwanên ji komên girêdayî Tirkiêy veqetiyane sedema veqetandina xwe gotin û bang li ciwanên ku di nava komen de mane kir ku ji riya şaş vegerin û dev ji çeteyan berdin. Ciwanê bi navê Ebduletîf Ebdulah yek ji ciwanên behsa mijarê ye ku ji TSK'e veqetiya ye. Ebduletîf got ku dema di nava çeteyan de bû xwe wekî pêxwasên Erdogan û Tirkiêy dîtin û ev tişt anî ziman: “Tu giringî ne didan welat û doza welat. Komên çete tenê ji bo pêkanîna berjewendiya Tirkiyê û AKP’ê tevdigerin.” Ciwanê bi navê Mihmed Ebulrehman Şêx Mûsa yê ji bajarê Tebqa dinava çeteyên Tirkiyê de xebatên tenduristiyê pêk tanî. Mûsa got ku çeteyan digotin ku ew ê xaka Sûriyê rizgar bikin û wiha domkir: “Ji ber van îdayên wan em tevlî wan bûn. Lê derket ew ên dagirkerin, malên welatiyan talan kirin û gelê me koçber kirin. Ji ber van sedam ez ji wan veqetiyam.” Şêx Mûsa da zanîn ku niha piştî ew ji çeteyan xilas bû ye dixwaze tevlî QSD’ê bibe û cihê xwe di rizgarkirina bajarê Tebqa de bigre. Mihemed Nûr El-Şamalî jî yek ji ciwanên ku di nava koma Feyleq El-Şam a girêdayî Artêşa Tirk veqetiya û rastiya wan bi van gotinan vegot: “Armanca çeteyên girîdayî Artêşa Tirk dagirkirina Minbic bû, ji ber wê ez ji wan veqetiyam.” Ciwanê bi navê Mihemed Receb Drad ê ji gundê Toxara Mezin a girêdayî Minbicê jî ji komên veqetiya û got ku ew bi vegera welatê xwe û nava xizmên xwe gelek şabûye. Ciwanê bi navê Emîr El-Cima ku ji çeteyan veqetiyaye ev tişt anî ziman: “Komên çete ji bo Erdogan û berjewendiyên wî şer dikin. Armanca wan ne çareserkirina doza gel û rizgarkirina Sûriyê ye.”EMIR CUMA Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 18’ê Adarê daxuyaniyek dabû û bang li ciwanên di nava koman de cih digirin kir ku vegerin û destnîşan kir ku heger xwestin dikarin cihê xwe di nava Meclîsa Leşkerî ya Mibicê cih bigirin.