Polîsan destûr neda Dayikên Aştiyê şitlên daran biçînin 2017-04-03 13:56:56 WAN - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê bi minasebeta Rojbûna Rêberê Abdullah Ocalan xwestin li Wanê şitlên daran biçînin. Lê polîsan destûr neda çandiniya daran. Endamên Meclîsa Dayikênk Aştiyê yên Wanê, bi minasebeta Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan goristan ziyaret kirin. Dayikan xwestin li ser goristanan şitlên daran biçikilinin. Dayikên Aştiyê Goristana Yenî ziyaret kirin û li ser gora endamên HPG’ê qurnefil danîn û dua xwendin. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Zekiya Kaya, li ser gorê axivî û wiha got: "Em li ser navê hemû dayikên Kurdistanê rojbûna Rêberê xwe Ocalan pîroz dikin. Mixabin rêberê me bi salan e di bin tecrîda giran de tê girtin. Di bin tecrîdê de têkoşîna hebûnê dide. Em jî li pişt têkoşîna rêberê xwe ya aştiyê ne. Ger ku rêberê me azad bibe dê her kes azad bibe. Dayikan piştî axaftinan xwestin li ser goristanê şitlên daran biçînin. Dayikên xwestin şitlên daran biçînin rastî astengiyên polîsan hatin. Polîsan gotin "Ger ku hûn biçînin em dê disa rakin" û destûr nedan.