Li taxên Mêrdînê coşa 'Na'yê 2017-04-03 15:00:45 MÊRDÎN- Li taxên navçeya Artûkluyê welatiyên li ber wesayîta hilbijartinê govêng gerandin dîmenên rengîn derketin holê. Di çarçoveya xebatên referandûme de komek HDP û DBP'î çû serdana taxên Tirşehir û Şevreşkê ya Artûkluya Mêrdînê. Heyeta HDP û DBP'ê ji aliyê komên bi coş ve di ketinên gundan de bi rengên kesk, sor û zer bi silogan û tilîliyan hatin pêşwazîkirin. Gundiyên bi alên "Na" li ser dinivîsin dora wesayîta hilbijartinê girtin bi deqîqeyan govend gerandin. Welatiyan gotin "Hewcehî bi gera we nîn e ji xwe em ê bibêjin 'Na"