Li Saint Petersburgê teqîn: 10 kes mirin 50 kes birîndar bûn 2017-04-03 15:44:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Li rawestegeheke metroya Saint Petersburgê teqînek çêbû. Li gorî agahiyan di teqînê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 50 kes jî birîndar bûne. Li li rawestegeheke metroya Saint Petersburgê teqînek çêbû. Di teqînê de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn. Waliyê St. Petersburg daxuyanî da û diyar kir ku herî kêm 50 kes birîndar bûne. Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî sersaxî ji xizmên miriyan xwest. Pûtîn diyar kir ku rayedarên federal, rayedarên Petersburgê, dê her tiştê pêwîst ji bo piştgirtina birîndarên teqînê bikin âû wiha got: "Hêj zû ye, em behsa sedemên teqînê bikin. Terorîzm ji di navde em hemû ihtimalan dinirxînin." Li gorî agahiyên ji çavakaniyên herêmî hatin bi destxistin, du teqînên cuda çêbûne û herî kêm 10 kes hatine kuştin û 50 kes birindar bûne.