Kontrolên girtiyên li Şakranê nayên kirin 2017-04-03 15:57:47 ÎZMÎR - Ev 48 roj e li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê girtî di greva birçîbûnê de ne, lê kontrola tenduristiyê nayê kirin. Dîlên azadiyê yên li Girtîgeha Şakranê dimînin, ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe û zextên li dijî girtiyan bi dawî bibin, bi rojan e di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ne. Rêvebera Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê MîneÇetînkaya bana hestewariyê li gel kir. Çetînkaya got ku: “Ev mafên ku girtî dixwazin, mafên berê ku bi dest xistine ew mafin û hemû mafên ku daxwaz didin li gor standartên navneteweyî ne” û wiha pê de çû: “Girtî ji bo van mafan li berxwe didin. Lê bi zelalî tê dîtin ku nêrîna dewletê neguheriye. Wezîrê Edaletê baş dizane girtî çi dixwazin.” Çetînkaya diyar kir ku greva birçîbûnê ne çalakiyeke întixarê ye û wiha axivî: “Ev çalakiyeke protestoyê ye. Dibe ku çalakiyeke grevê bi miriê bi dawî bibe. Lê armanca sereke ne mirin, daxwazên jiyanî bên qebûlkirin e.” 76 GITRÎ DI GREVÊ DE NE Çetînkaya piştrast kir ku li 6 girtîgehên cuda, 17 jê jin bi giştî 76 girtî di greva bê dem û bê dorveger de ne û çalakiya girtiyan berdewam dike. Çetînkaya daxwazên girtiyan jî wiha rêz kir: “Divê şert û mercên însanî bên sererastkirin, divê operasyonên girtin û binçavkirinê ku bê navber tên meşandin bên bi dawîkirin, êrîşên li dijî gel û zextên siyasî bi dawî bibin û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê bê rakirin.” ‘JI CIHÊ DOZGER BI MIDUR RE HEVDÎTIN PÊK ANÎN’ Çetînkaya da zanîn ku girtiyên di greva birçîbûnê de bi rêkopêk nayên kontrolkirin, li gor agahiyên ku girtiyê bi navê Yusuf Ozdemîr di 31’ê adarê de bi parêzerê xwe re parvekiriye, herî dawî bijîşk di 28’ê adarê de ew muayene kirine. Çetînkaya agahiyên Ozdemîr wiha parve kir: “Bijîşk bi gardiyanan re çûye odeyê, tenê li ber derî tansiyonê wan pîva ye, ji ber ku revîr gelekî dûr e, heta diçin gelekî zehmetiyan dikşînin. Dîsa vîtamînê bi qismî didin wan, hin caran tenê gardiyan li odeyan mêze dikin. Dîsa hin caran dereng û hin caran jî kêm didin wan û vê jî wek kompleksa B’yê didin wan.” ‘LI GIRTÎGEHÊ BIJÎŞK TUNE’ Li gor agahiyên Mahsube Şadal a li heman girtîgehê dimîne, ew 8 roj e di greva birçîbûnê de ye û ev tişt hat gotin: “Bi rêkûpêk rojê şekir û avê didin û rojê du caran bemîksê didin û ev ji hêla girtiyên di koxûşên din ve tên teqîbkirin, lê ne wek vîtamîna B. Dîsa îdare rojê du caran tansiyonên girtiyan dipîve, lê gazinên wek ser gêşbûyîn û reşbûna çavan destpêkiriye, her roj îdare lîmonekî dide û bi vê ava vê lîmonê tê çêkirin, lê ji derveyî ava vîşneyan tu avên fêkiyan li kantînê nayên dîtin.” Şedal aşkera kir ku zextên gardiyanan jî zêde bûne û got ku gardiyan bi gotinên wekî ‘Em ê w ehildin hucreyên yek kesî, di hucreyan de lêgerînên wek tacîzê tên kirin. Dîsa hemû kupurên rojnameyan û nivîs hatine destaserkirin, ji derveyî pirtûkên olî tu pirtûkî nagirin hundur, dîsa hev du guhestinê qebûl nakin, li kantînê alavên kirtasiyê nayên dîtin, name hatine sînorkirin, mehê tenê nameyekî didin hundur, em nikarin katran bişînin, kartên ku em didin tên îdadekirin, daxwaznameyên dozgeriyê nadinê, dîsa daxwaznameyên ji Wezareta Dadê re tên şandin nayên ragihandin.” ‘DIVÊ DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN’ Ji hêla din ve Hêzên Demokrasî û Kedê yên Îzmîrê li Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê civînek pêk anîn û bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê. Li ser navê beşdarvanan Melîh Yalçin axivî û aşkera kir ku çalakiya greva birçîbûnê di rewşek krîtîk de ye, divê demil dest daxwazên girtiyan bê qebûlkirin û banga piştgiriya ji bo girtîgehan kir.