Rojnemevan Ataman nehat berdan 2017-04-03 16:02:34 ŞIRNEX - Doza Rojnemevan Ziya Ataman a bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hatibû vekirin hat dîtin. Heyeta dadgehê biryara berdewama girtina Rojnamevan Atataman da û doz taloqi 5'ê Tîrmehê kir. 1'emîn rûniştina doza Rojnameger û nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DİHA) a bi KHK'ê hatibû girtin Ziya Ataman li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hat dîtin. Di runiştinê de Ataman ji Girtîgeha Tîpa M a Wanê bi riya SEGBÎS'ê beşdarî dozê bû. Parêzerê Ataman li salonê amade bû. Piştî xwendina îdîanameyê Ataman bi rêya SEGBÎS'ê parastin kir. Ataman îdayên der barê xwe de red kir û xwest beraat bibe. Parêzer jî parastin kir û parastina Ataman xwest. Piştî navberê heyeta dadgehê der barê Ataman de biryara berdewama girtinê da. Heyeta dadgehê bi şertê girtî rûmiştina dozê taloqî 5 tîrmeha 2017'an kir.