Ji KCD'ê banga Meşa Amara 2017-04-03 16:35:00 AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bang li her kesî kir ku di 4'e Nîsanê de li Amara beşdarî pirozbahiya Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibin û Rojbûnê pîroz bikin. KCD'ê bi minasebata rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da. KCD'e di daxuyaniyê de wiha got: "Li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê em di pêvajoyeke dîrokî û girîng de derbas dibin. Di van rojên dîrokî de pêvajoyeke hem zilm, komkujî, tunehesibandin, pişaftin û gengeşî derketiye asta herî bilind û hem jî ligel vê neyîniyê ruh û pratîka hêvî, berxwedan û têkoşînê ku herî zêdebûye tê jiyîn. Em 4’ê Nîsana 2017’an a 68’emîn salvegera birêz Abdullah Ocalan ê ku gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê ji xwe re wekî rêber qebûlkirine, bi hemû gelan re li her derê lê dijîn û gundê Amarê di nava hêvî, berxwedan û têkoşîneke bêhempa de pîroz bikin." HÊVIYA AŞTIYÊ OCALAN 19 SALIN LI ÎMRALIYÊ TÊ GIRTIN KCD'ê di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku Ocalan ê ku bûye hêviya aştiya gelê kurd û Rojhilata Navîn ev 18 sal in li Girtîgeha Îmraliyê bi tena serê xwe tê girtin û wiha got: "Em pêkanînan ku mînaka wê li tu devera dinyayê tuneye li sîstema Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî herî dijwar tê meşandin. Birêz Ocalan ligel ev tecrîda girankirî ya ku li tu devera dinyayê mînaka wê tuneye bûye hêvî, berxwedan û têkoşîna gelan û em radigihînin ku azadî, ewlehî û tenduristiya birêz Ocalan bûye sedema jiyana hemû gelan. Rojbûna birêz Ocalan bûye destpêka hebûn, têkoşîn û rojbûna gelê kurd û ji bo gelê kurd mîladek e. 4’ê Nîsanê roj rojbûna birêz Ocalan ê bûye mîmarê hêviya aştî, biratî û demorasiya gelan û ev hişmendiya wî ji hêla dinyayê ve hatiye qebûlkirin, bi gelê, jinan û ciwanan re di govenda azadiyê de bên cem hev û pîroz bikin. Em bang li her kesî dikin ku ji bo pîrozbahiyê roja 4’ê Nîsan li cih û warê ku roja me lê vejiyaye û bûye qada berxwedanê li gundê Amarê bi hev re govenda azadiyê bigerînin."