BTK dîhaberê asteng kir 2017-04-03 22:54:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Teknolojiyên Agahiyê û Ragihandinê (BTK), dîhaber, rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî u Sendîka Org asteng kir. Saziya Teknolojiyên Agahiyê û Ragihandinê (BTK), navnîşana dîhaberê ya dihaber.net, malpera Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Sendîka Orgê asteng kir. Ji bo malpera me ya hat astengkirin wiha hat gotin: "Li gor Qanûna Jimare 5651'ê di encama vekolandina teknîkî û nirxandina huqûqî de, der barê vê malpera înternetê (dihaber.net) de ji aliyê Saziya Teknolojiyên Agahiyê û Ragihandinê ve ji 03/04/2017'an ve dê TEVDÎRA ÎDARÎ bê sepandin."