Milyonek hilbijêrên Amedê amade ye biçe ser sindoqan 2017-04-04 09:18:15 AMED - Di çarçevoya hilbijartinên referandumê de, li Amedê mîlyonek welatî ji bo çûyîna ser sindoqan amade ye. Her wiha amadekariyên ji bo peywîrdarên sindoqan didomin û endamên HDP’ê yên ser sindoqan, piştî lêpirsînên li muduriyetên polîsan tên diyarkirin. Ji referandûma 16'ê Nîsanê re 12 roj man. Her ku referandûm nêz dibe, kar û barên partiyên siyasî yên ji bo amadekariyên sindoqên hilbijartinê jî bênavber didomin. Di çarçevoya xebatên hilbijartinê de, hêjmara sindoqan, endamên serokatiya sindoqan û hêjmara hilbijêran gund bi gund, navçe bi navçe hat tomarkirin. 3 HEZAR Û 41 SINDOQ JI BO DENG DAYÎNÊ AMADE YE Di vê çarçevoyê de li navçeya Rezanê ji bo 580 sindoqan, dê 151 kes ji HDP, 149 kes ji CHP, 155 ji AKP'ê û 125 kes ên ji aliyê YSK’ê ve hatin diyarkirin peywira serokatiya sindoqan bi rê ve bibin. Li navçeya Peyasê ji bo 513 sindoqan, dê 129 kes ji HDP, 47 kes ji CHP, 132 ji AKP'ê û 62 kes ên ji aliyê YSK’ê ve hatine diyarkirin peywira serokatiya sindoqan bi rê ve bibin. Li navçeya Surê jî ji bo 217 sindoqan, dê 63 kes ji HDP, 71 kes ji AKP û 83 kes ên ji aliyê YSK’ê ve hatine diyarkirin peywira serokatiya sindoqan bi rê ve bibin. Her wiha li navçeya Yenîşehîrê dê 86 endamên HDP’ê, 53 endamên CHP’ê, 70 endamên AKP’ê û 121 kes ên ji aliyê YSK’ê ve hatine diyarkirin serokatiya 330 sindoqan bi rê ve bibin. Li navçeya Karazê ji bo 34 sindoqên ku dê roja hilbijartinê bên danîn dê 9 endamên HDP’ê, 6 endamên CHP’ê, 7 endamên AKP’ê û 12 kes ên ji aliyê YSK’ê ve hatine diyarkirin peywira serokatiya sindoqan bi rê ve bibin. Herî dawî li Farqînê ji HDP’ê 41, ji CHP’ê 30, ji AKP’ê 36 û ji YSK’ê 59 kes dê peywira serokatiya 166 sindoqan bi rê ve bibin. ENDAMÊN HDP’Ê PÊŞÎ TÊN LÊPIRSÎNKIRIN Li navçeya Çinarê tiştekî skandal avêtin holê û endamên HDP’ê yên dê li ser sindoqan kar bikin, pêşî tên lêpirsînkirin. Muduriyeta Polîsan a Navçeyê pêşî lîsteya peywirdarên ser sindoqan raçav dikin û paşê lîste tên diyarkirin. MÎLYONEK HILBIJÊR DIÇE SER SINDOQAN Li Amedê dê li navçeya Sûrê 66 hezar û 475, li Yenîşehîrê 122 hezar û 246, li Rezanê 225 hezar û 491, li Peyasê 200 hezar û 39, li Bismilê 65 hezar û 517, li Çêrmûgê 29 hezar 999, li Çinarê 36 hezar, li Çinguşê 7 hezar û 998, li Pîranê 22 hezar û 477, li Gêlê 13 hezar û 603, li Erxeniyê 77 hezar û 263, li Hênê 18 hezar û 310, li Hezroyê 9 hezar û 440, li Karazê 9 hezar û 573, li Pasûrê 21 hezar û 36, li Licê 15 hezar û 547 û li Farqînê 47 hezar û 845 kes dengê xwe bi kar bînin. Her wiha li girtîgehên Amedê jî ji bo girtiyan 3 sindoq tên danîn û dê 900 girtî deng kar bîne. Tevî girtîgehan li 17 navçeyên Amedê, dê bi giştî 989 hezar û 759 hilbijêr biçe ser sindoqan.