Dozger ji Hevşaredarê Hênê 65 sal ceza xwest 2017-04-04 09:20:07 AMED - Dozger, ji Hevşaredarê Şaredariya Hênê Abdurrahman Zorlu yê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, ji 32.5 sal heta 65 salan cezayê girtîgehê xwest. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de Hevşaredarê Şaredariya Hênê Abdurrahman Zorlu di 6'ê Îlona 2016'an de hatibû binçavkirin û di 29'ê Îlonê de hatibû girtin û paşê qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin. Dozgeriyê bi daxwaza ji 32 sal û nîvan heta 65 salan cezayê girtîgehê, der barê Zorlu de îdianame amade kir û îdianame ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de Zorlu ji ber beşdarbûna daxuyaniyên çapemeniyê û meş ên di navbera salên 2009-2016'an de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê", 16 caran bi îdiaya "Muxalefeta li dijî Qanûna Civîn, Meş û Xwepêşandanan" tê tawanbarkirin. XWENDINA PIRTÛKAN Û NIMÊJA ÎNÊ 'SÛC' E Dozger, parast ku Zorlu bi endamên PKK'ê yên li bejahiya Amedê re pêwendî danîne. Dozger pirtûk, kovar û rojnameyên li mala Zorlu wek sûc hesibandin û her wiha di nav pirtûkên li mala Zorlu de parêznameyên Ocalan ên li Girava Îmraliyê nivîsandine, "Nexşeya Rê" ya di sala 2009'an de Ocalan nivîsandiye û pirtûka Oral Çalişlar a bi navê "Bi Ocalan û Bûrkay re Pirsgirêka Kurdî" jî cih digirin. Di îdianameyê de hat derpêşkirin ku Zorlu di sala 2012'an de li Amedê beşdarî 3 civînên KCD'ê bûne, xebat bi rê ve birine û 15 daxuyaniyên çapemeniyê û meş ên Zorlu li Amedê beşdarî wan bûne ji aliyê KCD'ê ve hatine organîzekirin. Her wiha dozger beşdarbûna Zorlu ya Nimêja Înê ya Sivîl û beşdarbûna merasîma cenzayên PKK'yiyam jî wek sûc hesiband. BI LIXWEKIRINA KINCÊN LEŞKERÎ 'PROPAGANDAYA RÊXISTINÊ' KIRIYE! Dozger, ji bo 34 gundiyên ku balafirên şer ên tirk li Robokiyê ew qetilkirin îfadeya "qaşo qaçaxçî" bi kar anî û her wiha ji ber Zorlu beşdarî meşa şermezakirina vê komkujiyê bû jî, wek sûc hesiband. Ji ber zorlû di Newroza 2011'an a li Hênê kincên "leşkerî" li xwe kirine, dozger bi "Propagandaya rêxistinê" ew tawanbar kir. Dozgerê ku îdiayên xwe dispêre îfadeyên şahidê nepen, îdia kir ku Zorlu bîrdoziya PKK û KCK'ê diparêze û di nav fealiyetên wê yên li bajêr de cih digire. Li ser vê îdiayê dozger bi "Endantiya rêxistinê" Zorlu tawanbar kir. ‘DI HEMÛ VENÊRÎNAN DE ŞAREDARÎ HATIYE TEQDÎRKIRIN' Zorlu, van îfadeyên ku di îdinameyê de red kir. Bi awayekî pûxteyî îfadeya Zorlu wiha ye: "Min bi tu awayî malzemeyên pêdiviyî ji bo endamên rêxistinê yên di nav PKK û KCK'ê de fealiyetan bi rê ve dibin temîn nekiriye. Heta niha li ser navê rêxistinê tu fealiyet û çalakiyeke min tune ye. Bi tu rêxistinê re têkiliya min tune ye. Li ser navê tu rêxistinê di nav fealiyetên tevkariyî de min cih negirtiye. Tu esl û feslê van îdiayên der barê min de tune ne, ne rast in, qethiyen van tawanbariyan qebûl nakim. Şaredariya Hênê ya min serokatiya wê dikir, di hemû venêrînên ji aliyê saziyên dewletê ve dihatin kirin de her tim dihat teqdîrkirin."