OSO û El Nusra êdî zarokê 10 salî dike şervan 2017-04-04 09:23:00 HATAY - Li navenda Îdlîbê ku di kontrola OSO û El Nusra yên Tirkiye piştgiriyê didê de êdî zarokên di navbera 10 û 15 salî de weki mîlîtan tên perwerdekirin. DAÎŞ'ê jî berê zarokên biçûk wekî bombeyên zindî perwerde dikir. Li navenda Îdlîbê ku bi ser sînorê Hatayê ve ye hêzen OSO û El Nusra di milê leşkerî, lojîstîk û perwerdehiyê de xwe bi rêxsitin dikin Piştî Helep bi piştgiriya Rûsya û Îranê ket destê Rejîma Sûriyeyê, hêzên OSO, El Nusra û DAÎŞ'ê li Îdlibê bi cih bûn. Rêxistinên di nava Artêşa Sûriyeya Azad (ÖSO), Ahrar El Şam û Eniya Fetîha Şamê (El Nusra) hêzên xwe li Îdlîbê bi cih dikin û hêdî hêdî xwe li Îdlibê bi rêxistin dikin. Ji roja şer dest pê kir heta niha hêzên li dijî Rejîma Sûriyeyê li ser sînorê Hatayê û bajarê Îdlibê bi cih bûn û gelek caran li pêş çavan alîkariya lojîştîk û çekan ji Tirkiye girt. Gelek caran di nava rojê de bi kamyon û TIR'an alikarî ji Hatayê derbasî Îdlibê bû. OSO û El Nusra ku xwe li Îdlibê bi rêxistin dikin û dikin wekî barageh gotina Rojnamegerê DYA'yî Theo Padnos a “Ber bi DAÎŞ'a duyemîn ve diçin" piştrast dike. OSO ZAROKAN WEKÎ MİLÎTAN PERWERDE DIKE Hêzên El Nusra, Ahrar El Şam û OSO Îdlibê wekî navenda perwerdehiyê bikar tîne. Piştî Helep ket kontrola Rejîmê hêzên OSO û El Nusra li Îdlibê zarokan perwerde dikin û wan ji niha de ji şer re amade dikin. Li herêmê ji xeynî rêxistina Ahrar El Şam nêzî 50 rêxistinên din li vir xwe bi rêxistin dikin. Di dîmenên Sukur El Cebel a di nava Heyet Tahrir Şam û OSO de cih digire de derket holê ku OSO û El Nusra zarokên temenê wan di navbera 10û 15 salî de wekî mîlîtan perwerde dike. Di mîmenên hatin weşandin de zarokên ruyê wan girtî û di navbera 10 û 15 salî de tên dîtin. Dîsa li Kampa Atme ya li ser sînorê Hatay û Îdlibê de jî tê dîtin ku zarok wekî şervan tên perwerdekirin. Li kampa ser sînor a nêzî Qereqola Sînor a Bukulmez de jî tê dîtin ku zarok li vir perwerde dibin û wan wekî şervan û mîlîtan bi rêxistin dikin. Dîmenên aydî Kadiye Heyet Tahrir Şam Abdullah Muheysinî yê li kampan digere û zarokan wekî şervan perwerde dike tên dîtin. HIN KOMELEYÊN TIRKIYE ZAROKÊN ÎDLÎBE ÎSTÎSMAR DIKIN Li gel Heyet Tahrîr Şam ku di pêşengiya El Nusra de tev digere û Sukur El Cemel ya girêdayî OSO ku hêz û piştgiriyê ji Tirkiye digire SO’ya bağlı Sukur El Cebel’in 10 ile 15 yaş aralığındaki çocukları militan olarak eğitmesi akıllara DAİŞ’in daha önce kafa kesme videolarında yer alan ve canlı bomba olarak kullandığı çocukları getiriyor. Komeleyen alîkariyê yên li Tirkiye jî alîkariya bi Îdlibê re bêtir li ser zarokan pêk tîne. Rêveberên komeleyan zarokên 10-15 salî ji bo bikin çekdar û mîlîtan di meşiyê wan de nakokiyan çê dikin. Yek ji komeleya Şam İnfak Der ku li Tirkiye xebatê dike bêtir alîkariyê dide zarokên 10 -15 salî ku perwerdehiya çekan dibînin. Ahmet Kanbal - dihaber