Wextê kerengan dest pê kir 2017-04-04 09:41:54 ÊLIH - Kerengên ku bi zehmetiyeke mezin li quntarên Qerejdaxê tên berhevkirin, welatî li dezgeh û bazaran wan difiroşin. Kerengên, di Adar û Nîsanê de li Qerejdaxê hêşîn tên niha li ser dezgehan tên firotin. Ji bo gelek nexweşînan wek derman in û her wiha ji bo paqijkirina xwînê û nexweşîna mîgrenê jî baş in. Ji kerengan tirşî jî tê çêkirin û her wiha piştî diriyên wan tên paqijkirin di nav rûn de tevî hêkan jî tên sorkirin. JI QEREJDAXÊ TÎNIN Suat Îlîk (52), 26 sal e li quntarên Qerejdaxê kerengan berhev dike û bi wan debara xwe dike. Îlîk wiha behsa kerengan kir: "Gundiyên li hêla Qerejdaxê berhev dikin. Di Adar, Nîsan û Gulanê de em berhev dikin û wan li bazaran difiroşin. Em jî ji wan dikirin, diriyên wan paqij dikin û li bazarê kîloya wan bi 7 TL'yî difiroşin. Em minetdarê mirovên Qerejdaxê ne. Bi saya kerengên ku berhev dikin em debara xwe dikin." ‘BERHEVKIRINA WAN PIR ZEHMET E' Îlîk, anî ziman ku berhevkirina kerengan pir zehmet e û wiha domand: "Em her sal berhev dikin. Di baran û heriyê de em wan digihînin. Paşê em wan dixin torbeyan û li bazaran difiroşin. Li bazarê jî em diriyên wan paqij dikin. Heke welatî bi xwe paqij bikin, ew çax em kîloya wan bi 5 TL'yî difiroşin." JI KERENGAN TIRŞÎ JÎ TÊ ÇÊKIRIN Îlîk, da zanîn ku bi ji bo gelek nexweşiyan baş e û got, hem di xwarinan de tê bikaranîn hem jî tirşiya wan tê çêkirin. Îlîk wiha domand: "Welatî tirşiya kerengean jî çêdikin. Ji bo zivistanê vedişêrin. Piştî diriyên wan paqij dikin, wan xwê dikin û paşê wan di nav rûn de sor dikin. Tevî hêkan jî tê çêkirin. Tahma kerengan zaf xweş e. Mirov li gor tahma xwe û xwesteka xwe di nav xwarinên din de jî bi kar tînin. Her kes dikare kerengan bixwe."