Çomakdag 500 salin reng û nasnameya xwe diparêze 2017-04-04 09:48:36 MUGLA - Gundên Çomakdagê yên li kontara çiyayên Beşparmakê hatine avakirin 500 salin reng, rû, bawerî, çand û nasnameya xwe diparêzin û li dijî bişaftinê têdikoşin. Gundên Çomakdag (Sodra) yên li kontara Çiyayê Beşparmak ên li Çiyayê Mîlasa Mugla hatine avakirin 500 salin bi çand, bawerî, kevneşopiya xwe hemû cewherê nasnameya xwe li dijî bişaftinê diparêze. Li Çomakdagê gelek gund di nava zinar û latan de hatine avakirin. Yek ji van gundan Gundê îkiztaş, Kizilagaç û Ketendere ye. Gund navê xwe ji du latên bilind ên cêwi digire. Li vî gundî hemû xanî ji kevir û daran hatine avakirin. Şibake û deriyên vî gundî bi rengên cuda hatine boyakirin. Bi piranî xanî du tebeq in (duqat). Bi piranî tebeqa jêr wekî gom û aqurê sewalan û tebeqa jor jî mal e. Bi sed salan berê 5 malên Yoruk hatin li vir bi cih bûn û niha gund ji 250 malên Yorukan pêk tê. Gund ava vexwarinê ji rûbarên nava xelek û zinarên çiyê diherike temîn dikin.Gundî debara xwe bi çandinî, sewalkarî û tevnê dikin. Ji ber gund di nava çiyê de hatiye avakirin rêyên gund xerabe ne û pirsgirêka çûn û hatina navenda bajar zor û zahmet e. ÇANDA CIL Û BERGÊN XWE DIPARÊZIN Li van gundên herêma Çomakdagê jin cilên gelêrî û herêmî li xwe dikin û bi cilên rengîn balê dikişînin ser xwe. 500 salin çanda cil û bergên xwe yên çanda xwe diparêzin. Libasê ku navê "Endarê Uçbeş" lê kirine ji 7 qatan pêk tê. Her qatek vî libasî ji rengekî ye. Her rengek bi huner û fesalek taybet tê dirûn û ristin. Li van gundan çanda zewacê taybet e. Ji bo zewacê qelenê bi navê "Tugra" xwedî wateyek taybet e. Qelen 33 zêr (Taqa) perçeyê bi navê ‘Sakındırak’ davên situyê bûkê. Tugra piştî zewacê dixin situyê xwe. Di çanda Yorukan de heta 40 zêran bi bûkê venekin, bûk ji malê dernakeve. Tişta herî balkêş gul û kulîlkên bi taca serê jinan vidikin e. Ji ber yekê kulîlk û gulên bi kofiyên jinan ve hatine zeliqandin wekî çand û kevneşopiyekê ye. Şêniya Îkîztaşê Sadiye Yılmaz, anî ziman ku ji bo xweşik bên xuyakirin û bêhna xweş ji wan bê van gulîlkan bi serê xwe vedikin. LI HER MALÊ 40 CURE KULÎLK HENE Yilmaz, anî ziman ku tenê di roja şîn û rojên xemgîn de kulîlkan bi serê xwe venakin û wiha got: "Di rojên cenaze û şînê de 250 malbat bi 250 destik çîçekan diçin şinê. Di her malêde herî kêm 40 saqsî (satil) çîçekan hene. Li ser ve axê dibêjin yên ji çîçek û sewalan hez nekin ji mirovan jî hez nakin. Em bi kêfxweşî vê kevneşopiyê didomînin." Yilmaz, têkildarî referandumê jî anî ziman ku ew her dem aliyê "Xêrê" Naye ne. Welatiya gundê Îkîztaşê Fatma Nar Çakir jî bi rûyê ken rojnamegeran pêşwazî dike û bi ken dibêje "Wêneyêmin ê xweşik bikişînin. Çakir, anî ziman ku mîrateya wan a herî xweş ev xaniyên kevirî ne û ev ji bo wan dîrok û çand e. Çakır, anî ziman ku ew bi çand, bawerî û kevneşopiya xwe ya bapîr û mezinê xwe dijîn û ev wan bêtir aram û kefxewş dike. GUNDÊ YORUKAN DIBÊJIN NA Şêniyên Gundê Îkîztaşê diyar kirin ku di hilbijartinên borî de qet dengê AKP’ê derneketin û dê niha jî dengê "Erê" dernekeve. Şêniyên gund anîn ziman ku dê tev bêjin "Na" Gokhan Ozer - dihaber