Muftî ferman da: Ji mizgeftan banga mîtîngan bikin 2017-04-04 12:13:36 EDENE - Muftuyê Yumurtalik yê Edeneyê, bi armanca tevlêbûna mîtîngên ji bo Serokomar Tayyip Erdogan tên li darxistin zêde bike fermana "Ji mizgeftan bangê bikin" da. Serokomarê Tirkiye Tayyip Erdogan di 7'ê Nîsanê de diçe Edeneyê. Beriya çûna Erdogan a Edeneyê Muftuyê Yumurtalik yê Edeneyê, bi armanca tevlêbûna mîtîngên ji bo Serokomar Tayyip Erdogan tên li darxistin zêde bike xwest ji mizgeftan bangê bikin û her kesî vehewînin mîtîngên Erdogan. Muftu ji personelên xwe re peyam xand û xwest li mizgefan banga tevlêbûnê bike. Di peyama muftu ya ji personelan re hat şandin wiha hat gotin: "Di 7'ê Nîsana 2017'an saet di 15.00'an de roja Înê Serokomar Erdogan ji bo merasima vekirinên komî tê Edeneyê. Bi Fermana qeymeqamê me dê otobusan bişînin gundan. ji bo otobusan divê hemû personelên me tev li bernameyê bibin. Tevê keyayên gund gel bi rêxistin bikin Di rojên pêncşemê û înê de ji mînareyên mizgeftan carekê bang li gel bikin."