Li Nisêbîn û Silopiyê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin 2017-04-04 16:07:41 MÊRDÎN/ŞIRNEX - Li navçeyan Nisêbîn û Silopiyê welatiyan rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir. Li navçeya Silopiya Şirnexê bi tevlîbûna malbatên Pakîze Nayir, Taybet Înan, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, rêveberên HDP'ê û DBP'ê yên Silopiyê, gelek welatî û zarokan li avahiya HDP'ê 68'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Piştî qedexeyek rêzgirtinê zarokan findên pasteya ku li ser, "Rojbûna te pîroz be Serok" vemirandin. Di pîrozkirinê de dayîka Hevseroka Meclîsa Bajêr a Silopiya Pakîze Nayir a di qedexeya 14'ê kanûna 2015'an de jiyana xwe ji dest dayî, Behiye Nayir paste birî û axaftinek kurt kir. Nayir ev tişt gotin: "Em roja Serokê xwe li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikin. Bila ev roj ji bo gelê kurd bibe roja aştî, azadî û biratiyê." Piştî axaftina Nayir pîrozbahî bi lêxistina stranan û diruşmên, "Bê Serok jiyan nabe" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" bi dawî bû. 'EV ROJ BIBE WESÎLEYA BIHAREKE XWEŞ' Li Nisîbîna Mêrdînê jî endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê bi boneya pîrozkirina rojbûna Ocalan li avahiya HDP'ê hatin cem hev. Di pîrozbahiyê de paste ji aliyê zarok û dayikan hat birîn û diruşmên weke "Rojbûna te pîroz be Serokê min" û "Rojbûna me pîroz be" hatin berzkirin. Di pîrozbahiyê de Dayîka Aştiyê ya bi navê Perîhan Altug axivî û wiha got:"Ez vê rojê despêkê li gêrîlayên serê çiya, hemû girtiyên azadiyê û hemû gelê kurd pîroz dikim. Ez hêvî dikim ku ev roja pîroz bibe wesîleya bihareke xweş û serkeftî. Ez bang li Gelê kurd dikim ku yekitiya xwe çêkin û di referandûmê de bêjin 'Na'."