Geveriyan bi girseyî mala şînê ya Bûldan ziyaret kir 2017-04-04 17:13:13 COLEMÊRG - Geveriyan mala şînê ya ji bo Rojnameger û Edîtora Rojnameya Rojeva Medya Evin Bûldan hat vekirin ziyaret kir. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji bo Rojnameger û Edîtora Rojnameya Rojeva Medya Evin Bûldan a di 2'ê Nîsanê de qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da li mizgefta Ûbeyd û mala apê wê Îsmet Bûldan yên li taxa Gongurê hat vekirin kir. Gelê Geverê bi girseyî mala şînê ya ji bo Buldan hatiye vekirin ziyaret kir. Malbat û hevalên Buldan mêvan pêşwazî kirin. Rojnamevan, Parlementera HDP'ê Pervîn Bûldan, parazvanên mafê mîrovan, Parêzer, jinan jî di navde bi hezaran kesan mala şînê ziyaret kir û sersaxî ji malbatê xwest.