Li temamiya Tirkiyeyê 'Bêjin Na' hat qedexekirin 2017-04-04 19:54:13 ANTALYA - Strana HDP'ê ya referandûmê "Bêjin Na" bi biryara Dadweriya Cezayê Sulhê ya Mêrsînê li temamiya Tirkiyeyê hat qedexekirin. Di birayarê de hat diyarkirin ku gotinên stranê yên "Na Na, ji yek alê re Na, Na Na ji yek netewê re Na, Na Na ji yek zimanî re Na" li dijî Qanûna Bingehîn in. Strana HDP'ê ya referandûmê "Bêjin Na" a ji aliyê hunermend Seyda Perînçek ve hat amadekirin, pêşî li hin bajaran hatibû qedexekirin, lê niha bi biryara 2'yemîn Dadweriya Cezayê Sulhê ya Mêrsînê, stran li temamiya Tirkiyeyê hat qedexekirin. Dadweriyê di biryara xwe de diyar kir ku stran li dijî 3 madeyên eweil ên Qanûna Bingehîn in û wiha îdia kir: "Gel ber bi kîn û dijminatiyê v etehrîk dike." Her wiha di birayarê de hat diyarkirin ku gotinên stranê yên "Na Na, ji yek alê re Na, Na Na ji yek netewê re Na, Na Na ji yek zimanî re Na" li dijî Qanûna Bingehîn in. Dadweriyê ji HDP'yên navçe û bajaran re teblîgatek şand û ragihand ku li temamiya Tirkiyeyê stran hatiye qedexekirin.