Werzîşvanên xwezayê rastî OHAL'ê hatin 2017-04-05 09:05:20 HATAY - Her sal bi sedan werzîşvanên xwezayê serdana Çiyayên Amanosê dikin. Lê îsal ji ber OHAL'ê hatin astengkirin. Li Hatayê, werzîşa ku bi rêk û pêk dihatin kirin, niha ji ber qedexeyan êdî nayê kirin. Çiyayên Amanosê yên Hatayê ku her tim wargeha xwezahezan bû, îsal ji ber OHAL û qedexeyên ewlehiyê ji bo serdêran çûyîna wan qedexe ye. Piraniya Çiyayên Amanosê wek "Herêma Ewlehiya Taybet" hatiye îlankirin û ji ber vê êdî wek berê bala turîstan jî nakişîne. Serokê Qulûba Çiyagerî û Werzîşên Xwezayê ya Îskenderûnê (ÎDOK) Akay Salmanoglu, behsa çiyagerî, werşîzên xwezayê û turîzmê kir. ‘JI MECBÛRÎ EM ROTAYA XWE DIGUHERÎNIN' Salmanoglu diyar kir ku, ew li xwezayê werzîşê dikin û got, werzîşa ku ew dikin ji qelebalixiya bajêr dûr e, li nav daristanên Amanos û Torosan e û bi vê re ew xweşikbûna xwezayî resm dikin. Salmanoglu, anî ziman ku bi geştên ku dikin piştevaniya aboriya turîzmê çanda bajêr dikin û got, ew li xwezayê rastî tu astengiyan nayên û her kes wan bi dilxweşî pêşwazî dike. Salmanoglu, bi bîr xist ku ji ber OHAL'ê hin herêm hatine qedexekirin û ev bi awayekî neyînî bandorê li turîzma çiya dike û got, ji ber herêmên hatine qedexekirin ew ji mecbûrî rotaya xwe diguherînin. Salmanoglu, diyar kir ku ew riyên alternatîf bi kar tînin û got, bi pêvajoyê re tu bikî nekî hejmara kesên werzîşa xwezayê dikin kêm dibe. Salmanoglu, diyar kir ku li gel herêmên qedexekirî Yekîtiya Acenteyên Geştê ya Tirkiyeyê (TURSAB) jî pirsgirêkan ji kesên bi werzîşên xwezayê re eleqedar dibin re derdixe. Salmanoglu, anî ziman ku wesayîtên ku ew bi maliyeteke kêm bi kar tînin ji aliyê TURSAB'ê tên qedexekirin. Salmanoglu, dest nîşan kir ku mecbûriyeta xebata bi rehberên girêdayî TURSAB'ê berpêşî wan dikin û ev mecbûriyet wan ditengijîne. Salmanoglu wiha domand: "Ji bo tu li çiyayan bi awayekî azad tevbigerî, pêdivî bi rehberên çiyayan nas dikin hene û ev rehber jî ew kesên ku tim li çiyayan digerin bi xwe ne. Lê belê, ev astengî li herêmên qedexe turîzma heyî jî asteng dike. Lê dîsa jî em dixwazin her kes li van herêman geştên xwe yên bi mebesta werzîşê bidomînin."