Xwîşk û birayê Ocalan gazî îfadeyê kirin 2017-04-05 09:41:49 RIHA - Xwişka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Xelfetiyê ji ber pîrozbahiya rojbûna Ocalan daye destpêkirin de gazî îfadayê kirin. Xwişka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Xelfetiyê duh ji ber pîrozbahiya rojbûna Ocalan daye destpêkirin de gazî îfadayê kirin. Hate hînbûn ku cendirmeyan xwestine ku Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan duh êvarê li gund bin çav bikin yê ji ber ku malbatê destur neda vê yekê gazî îfadeyê hatine kirin. Li bendê ye ku Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan îro biçin Fermandariya Cendirmeyan a Xalfetiyê û îfade bidin.