Aydinî dê 'Bi xêr' biçin ser sandoqan 2017-04-05 10:08:08 AYDIN - Welatiyên Aydinê diyar kirin ku ger ku sîstema serokdewletiyê bê li welat aramî û ewlehî nemîne û dê "bi xêr" biçin li ser sandoqan û bibêjin "Na". Ji bo referanduma 16'ê Nîsanê demeke kurt ma. Welatiyên Aydinê diyar kirin ku ji ber ku Hevserokên Giştî yê HDP'ê, parlamenter, siyasetmedarên hatine girtin ji bo pêkanînên dewletê yên li Nisêbîn, Cizîr, Sûr û Geverê ew ê biçin ser sandoqan û dengê "Na" bi kar bînin. Welatiyan diyar kirin di nava paketa ku AKP^'ê amade kiriye de kurd tunene. Xwendekarê Zanîngeha Adnan Menderes Omer Elkol diyar kir ku ji bo welat ber bi kaosê ve neçe û pêşiya rejîma yek zilam bê girtin çareserî "Na" ye. Elkol wiha axivî: "Ger ku gel nebe yek dê yek kes bê ev jî tiştekî baş nîne. Di paketa qanûna bingehîn de ji bo gelê me tiştekîbaş tuneye. Em naxwazin yek partî pêş bikeve. Ger ku em naxwazin ber bi tarîtiyê ve biçin divê gelê me piştgiriyê bide Na. Divê ciwanên me jî bibêjin Na. Li welatê ku edalet tuneye divê dengê Erê neyê dayîn." 'JI BER BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI GIRTÎGEHAN NA' Welatiyê bi navê Hamît Ergul jî diyar kir ku ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin dê ji bo "Na" têbikoşe û wiha berdewam kir : "Li dijî rejîma yek zilam, ji bo pêşeroja Tirkiyeyê, li dijî girtinan, binçavkirinan, ji îşkenceyên li girtîgehan re em dibêjin Na. Em ji bo pêşeroja zarokên xwe dibêjin Na. Em li bendê ne li Aydinê ji sedî 80 Na derkeve." 'GER KU SÎSTEMA SEROKDEWLETIYÊ BÊ ARAMÎ NAMÎNE' Welatiya bi navê Naîme Atli jî destnîşan kir ku li welatekî demokratîk ger ku sîstema serokdewletiyê bê dê li wir aramî û ewlehî nemîne. Atli wiha axivî: "Ez dixwazin aştî bê vî welatî û ji bo aştî bê jî ez dibêjim Na. Bi girtinan ev nayê çareserkirin divê demokrasî pêk bê." Xwendekarê Zanîngeha Adnan Menderes Cihan Ekîncî jî diyar kir ku sîstema serokdewletiyê dê li Tirkiyeyê bibe sedama gelek pirsgirêkan, ne tenê li Aydin dibe ku li hemû Tirkiyeyê qatlîam pêk bên. Ekîncî got ku wan madeyên qanûna bingehîn hemû lêkolîn kirine lê tiştekî ku ji bo wan sûdewar be nedîtine ji ber ku dibînin dê sîseta dîktatoriyê bê dibêjin "Na". 'JI BO CIZÎR Û NISÊBÎNÊ NA' Ozgur Aksoy jî got ku ji ber pêkûtiyên hikûmetê ya li ser siyasetmedarên kurd û Kurdistanê dê bibêje "Na". Aksoy wiha berdewam kir: "Ji bo ji şer re bibêje Na, ji bo jiyaneke azad em ê bibêjin Na. Jin jî ji bo azadî û jiyaneke baş divê bibêjin Na. Hevserokên me girtî ne ji ber vê yekê jî Em ê bibêjin Na." Emîne Kasar jî destnîşan kir ku di hikûmeta feraseta yekperest û yek zilamî di ji bo kurdan cih tuneye û wiha axivî: "Ji bo hevserokên me yên hatine girtin, ji hevşaredarên me yên girtî, ji ber bedenên li Cizîrê hatin şewitandin ji bo Sûr û Nisêbînê em ê bibêjin Na. Dibêjin yek dewlet, yek millet, yek al, li kû dera vê yekê de kurd hene. Li rojhilat bi kurdî diaxivin lê li rojava dibêjin kurd tunene. Ger uk em tunene em çima ji te re bibêjin Erê. Ji ber vê yekê me dibêjin Na. Hevserokên me ji ber ku gotin aştî niha li girtîgehê ne. Em teqez dibêjin Na."