Niha jî bi 'Newayên Aştiyê' nabin şirîkên sûc 2017-04-05 10:08:35 ESKİŞEHİR - Akademîsyenên Ji bo Aştiyê danezana "Em nabin şirîkê vî sucî" îmze kirin û hatin îxrackirin, niha jî bi sazkirna koma “Newayên Aştiyê" nabin şirîkên sûc. Newaya Aştiyê bi zimanê hemû welatên cîhanê stranên aştiyê distrên. Bi hezaran akademîsyenên danezana "Em nabin şirîkên vî sûcî" îmze kirin, hatin îxrackirin. Ji Hewldana Akademîsyenên Ji bo Aştiyê, komek akademîsyen ên hatin îxrackirin, koma muzîkê ya "Newaya Aştiyê" ava kirin. Akademisyenen hatin îxrackirin piranî endamên KESK'e ne. Akademîsyenên hatin îxrackirin jî hatin dûrxistin. BI RÊBAZÊN DIN DEST BI TÊKOŞÎNÊ KIRIN Akademisyenên hatin îxrackirin, piştî hatin îxrackirin jî dest ji têkoşîna ji bo aştiyê bernedan. Li aliyeki li ko lanan dest bi desan kirin, li aliyê din bi newa û starên xwe piştgirî dan aştiyê. Li Eskîşehîrê di nava 30 akademîsyenên hatin îxrackirin de komek akademîsyen koma muzîkê ya "Newayê Aştiyê" ava kir. Koma muzîkê ya "Newayên Aştiyê" ku di meha îlonê de hatin îxrackirin, serî li rêbazên din ên têkoşîna ji bo aştiyê dan. Heta niha li gelek cihan konserên ji bo aştiyê dan. Koma akatemîsyenan ên koma muzîkê avakirin li Eskîşehîrê her ku diçe rastî piştgiriyek mezin tê. Koma muzîkê ya "Newayê Aştiyê" ku ji akademîsyenên hatine îxrackirin pêk tê, bi zimanê kurdî, tirkî, erebî, rûmî jî di navde bi 7 zimanên cuda stranan distrên. Koma ku bi 8 akademîsyenan hat avakirin niha bi 10 kesan berdewam dikin. Din nava komêde 5 akademisyen, 2 mamoste, xwendekarekî lîsansê û karkerek ên hatine îxrackirin cih digirin. JI HER ERDNÎGARIYÊ STRANÊN AŞTIYÊ DISTRÊN Endamê Komê Murat Yikilmaz, diyar kir ku 3-4 salin akademisyen e û wiha got: "Piştî darbeyê ez hatim îxrackirin. Em bi KHK'ê hatin îxrackirin. Piştî em hatin îxrackirin em ketin nava lêgerîna têkoşîna ji bo aştiyê. Em fikirîn ku bi muzîkê xizmeta aştiyê bikin. Hemû kesên ku nêzî enstrümanan in me komî ser hev kir û me koma muzîkê ya "Newayên Aştiyê" ava kir. Em starên hemû herêm û erdnîgariyan distrên. Em bi hemû zimanan stran distrên û konseran didin. Ji Efrîqa heta Asyayê ji hemû nijad û netewan em muzîka wan distrên. Di demên pêş de dîsa me dawetî konserê dikin. Em rastî eleqeyek pir mezin tên. Ev yek hêz û moral dide me. Em bi vî tengî têkoşîna aştiyê berdewam dikin." Endamê komê Ozan Devrim Yay jî anî ziman ku ew pir kêfxweş in ku têkoşîna aştiyê bi muzîkê berdewan dikin û wiha got: "Em vê xebata xwe wekî perçeyekî têkoşîna aştiyê dibînin. Demek dirêj e em van çalakiyen aştiyê pêktînin Kenan Kırkaya / Namettullah Başar - dihaber