Ji bo debarê ruh didin keviran 2017-04-05 10:31:26 AMED - Li navçeya Rezan Hayat Yilmaz û Sema Tekol ji bo debarê kargeriya hunera keviran vekirin. Yilmaz û Tekol bi hunera keviran ruh didin keviran û debara xwe dikin. Li navçeya Rezan a Amedê dayika 3 zarokan Hayat Yilmaz (38) û Sema Tekol (28), 4 meh berê kargeriya hunera kevirên bi bêhn vekir. Yilmaz û Tekol teşe didin kevirên bi bêhn û bi firotina van keviran debarê dikin. Yilmaz û Tekol, ku kevirên bi bêhn distînin, li kargeriya xwe bi teşe dikin û dixemilînin. Piştî kevirên bi bêhn dixemilînin difiroşin û bi vî rengî debara xwe dikin. Yilmaz û Tekol, keviran li gorî şekl û şemalên wan û qîmeta wan di navbera 10 û 50 TL de difiroşin. Yi keviran fîgur û şeklên zarok, çûk, lewha û gelek şeklên din ava dikin û difiroşin.Piştî xebatên referandumê dest pê kirin ji keviran "Na" çê dikin û difiroşin. Dîzaynsaz û Hunermend Hayat Yilmaz, anî ziman ku tevî 3 zarokên xwe piştî şerê li Sûrê koç kirin û hatin li Navçeya Rezan bi cih bûn û wiha got: "Piştî ez ji cihê xwe koç bûm, ez ketim nava têkoşînê. Min dest bi têkoşînê kir. Ji bo min û zarokên min jiyanek nû dest pê kiriye. Ez wekî dayikekê mecbûrim li pêşeroja zarokên xwe bifikirim. Divê ez debara zarokên xwe bikim. Ji ber vê yekê ez fikirim ku karekî wisa bikim. HEM ROJNAMEYAN BELAV DIKE HEM JÎ HUNERÊ DIKE Yilmaz, ku di xaniyê kirê de dijî, diyar kir ku hem rojnameya Rojeva Medya û Ozgurlukçu Demokrasî li aboneyan belav dike û hem jî ji bo debarê vê hunerê dike û wiha got: "Ez ji karê xwe pir hez dikim. Ji bo karê belavkirina rojnameyê tenê debara min nake, ez li aliyekî jî keviran bi ruh dikim û kevirên bi bêhn difiroşim. Min û hevala xwe Sema Tekol kargeriya kevirên bi bêhn vekiriye û ji kevirên bi bêhn teşe û peykeran çê dikin." Sema Tekol jî ji malbata 9 kesan e û keça malê ya mezin e. Tekol, bavê wê qeza derbas kiriye û felç bûye. Ji ber ku di malê de kesên kar bikin tune ew jî bi vî rengî debara malê dike. Tekol, anî ziman ku biryar dan ku ew û Hayat Yilmaz bi hevre kargeriya kevirên bi bêhn vekin û bi ruhdayîna keviran debara xwe bikin.