Ji RHEE'yê daxuyaniya refandumê: Pêvajoya derveyî welat nayê şopandin 2017-04-05 12:22:19 NAVENDA NÛÇEYAN- Çavdêrê RHEE'yê Georg Lînk diyar kir ku pêvajoya dengdana referandumê ya welatiyên Tirkiyeyê baş nayê şopandin. Lînk got ku di heman demê de xebatên muxalefetê tê astengkirin. Çavdêrê Rêxistina Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê (RHEE) Georgê Lînk têkîldarî pêvajoya dengdanê ya referanduma 16'ê Nîsanê ya derveyî welat diyar kir ku pêvajo baş nayê şopandin. Lînk di daxuyaniya xwe ya Stuttgarger Zeitungê de wiha got: "Em wekî RHEE tenê dikarin hilbijartinên li Tirkiyeyê bişopînin. Ji bo çavdêriya hilbijartinên Almanya, Avusturya û Sewdê ekîbên me tuneye." Lînd destnîşan kir ku RHEE di çarçoveya peywira xwe de hilbijartinên derveyî welat naşopîne û nirxandina "Lê wekî RHEE divê vî mijarê em bigirin dest" kir. 'PIRSÎRÊKA ESASÎ PÊVAJOYA KAMPANYAYÊ YE' Lînt da zanîn ku RHHE dê rapora xwe ya navberê ya têkîldarî pêvajoya hilbijartinên li Tirkiyeyê di dawiya hefteyê de aşkera bike, ji .o wan pirsgirêka esasî roja hilbijartinê (16'ê Nîsanê) na, pêvajoya kampanyayê ye. Link bi bîr xist ku di çarçoveya tecrubeyên berê de li çapemeniyê mijar yekalî hatiye dest girtin û di hewldana darbeya 15'ê tîrmehê û piştî wî ji ber OHAL a hatiye îlankirin di nûçeyên çapemeniyê û lidarxisitina xwepêşandanan de astengî hene. '12 EKÎB PEYWIRDAR IN' Lînk got ku li dijî kesên ku kampanyaya "Na" didin meşandin de hewldanê bêzarkirinê heye. Lînk da zanîn ku li Tirkiyeyê 12 ekîbên wan ên her yek ji wan ji 2 kesan pêk tê li Tirkiyeyê hene û li başûrêrojhilatê Tirkiyeyê û li herêmên din peywirdar in. Lînk diyar kir ku jibilî vî li Enqereyê jî 20 xebatkarên wan hene û roja hilbijartinê jî dê ekîbên din jî bên. 2 MÎLYON Û 870 HEZAR HILBIJER Tê gotin ku li derveyî Tirkiyeyê 2 milyon û 870 hezar hilbijêrên tirkiyeyî hene. Ji wan milyonek û 430 nezar hilbijêr li Almanyayê dijîn.